Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Feleknas Uca Hêjayî Xelata Clara Zetkin Hat Dîtin


Parlamentera HDP li Berlin Xelata Clara Zetkin werdigire

Xanim Feleknas Uca, xelata xwe di 3ê yê mehê de li Berlînê wergirt. Xelata Clara Zetkin ji aliye Partiya Çep ya Almanya ve ji sala 2007’an vir de tê dayîn. Ji du salan carek, xelatê didin kesên ku jibo mafê jinan û mafê mirovan tekoşînê dikin.

Feleknas Uca parlamentera HDPê ya bajarê Diyarbekir (Amedî)ye, Wê da zanîn, ew jiber xebatên xwe yên 20 salên dawî yên li hember tundûtûjiya li ser jinan hatiye xelatkirin.

Wê got "min ev xelat li ser navê jinên Kurd û jinên têkoşer girt"

Herwiha Uca destnîşan kir û got, di rewşek ku li ser jinan tundûtûjî pir zêde bûye, ew hat xelatikin, wê got "hêjayî dîtina xelatê jibo wê pir girîng e". Dîsan got, "Di demek wusa de layîq dîtina vê xelatê mesaja herî mezine jibo piştgîriya gelê Kurd."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:00 0:00

XS
SM
MD
LG