Hikûmeta Frensa îro Şemiyê biryar da ku rewşa tengaviyan a şerê vîrusa koronayê heta 24 Tîrmehê dirêj bike, li gor wezîrê tenduristiyê Olivier Vêran.
Di projebiryara ku encûmena wezîran îro gotûbêj kirî û dê roja Duşemê ji parlemanê re bê pêşkêşkirin de, hatiye ku rewşa tengaviyan a roja 24 meha Adarê dest pê kiribû, hate dirêjkirin ji ber ku rakirina wê di 23 meha Gulanê de dê pêşwext be û dê metirsiya belavbûna vîrusê careke din derxe pêş.
Pirojebiryarê bi awayekî taybet mercên kerantîkirina kesên ku nû digihin Frensa.
Wê nîşan bi cîbicîkirina”systema agahiyan” da ku kesên nexweş û derdora wan vedihewîne.
Wezîr Vêran piştî kombûneke encûmena wezîran got:
“Divê em bo demeke destnîşankirî bi vîrusê re bijîn.”
Ta niha li Frensa 24,594 kesan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane, li gor amarên dawî yên şeva borî.