Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Frensayê Bêhtirî Hezar Kes Di Xwepêşandanan De Hatin Girtin


Fransa şeva borî rastî pêleke din ya xwepêşandanan dide, di demekê de ku malbat û hevalên Nahel M, ku gulebarana wî ji hêla efserekî polîs ve bû sedema nerazîbûnan, ji bo merasîma binaxkirina wî li taxa rojava ya Parîsê kom bûn, cihê ku ew lê mir.

Hikûmetê şeva borî 45,000 polîs û gelek wesayîtên zirxî li navçeyên belav kirin da serederiyên bi krîza herî xirab a serokatiya serok Emmanuel Macron bikin, ku yên herî xerab in ji dema xwepêşandanên "Êlekên Zer" ku Fransa di dawiya sala 2018an de pûç kir.

Wezareta navxweyî ya Fransa ragihand ku 1,311 kes hatine girtin, li beramber 875 kesan şeva borî, di kiryarên tundûtûjiyê de ku wezaretê li ser Twitterê ew wek "kêmtir tundûtûjî" binav kir.

Nahel yê 17salî, ku bi eslê xwe Cezayîrî û Mexribî ye, roja Sêşemê di rawestana trafîkê de li taxa Nanterre ya paytexta Fransa hat gulebarankirin. Serê Sibeha Şemiyê trafîka otobusan hîna rawestiyabû û navçe bêdeng bû, piştî serhildanên şeva borî.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG