Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Washington Post Îdiayeke Balkeş Ser Mirina Freddie Gray


Protesters slam their hands against a bus shelter as they chant April 29, 2015, in New York.
Protesters slam their hands against a bus shelter as they chant April 29, 2015, in New York.

Rojnameya Washington Post di raporteke xwe de îro îdiayeke balkêş li ser mirina Freddie Gray yê 25 salî parve dike.

Girtîyekî din ku ligel Gray di heman otomobîlê de bûye, ji vekolêrên polîsan re gotiye ku “wî bihîst ku Gray xwe li dîwarê dixe ku bi zanabûn xwe birîndar bike.”

Parêzekî malbata Gray ew îdiaya Washington Post red kir ku Gray bi zanabûn xwe êşandiye.

Hevdem, li bajarê Baltimore xwepêşandanên aştîyane yên ser mirina Gray îro Pêncşemê jî berdewam dikin.

Nûnerê Baltimore di Civata Nûneran de, kongresmen Elijah Cummings û rêberên civakê bang li xwepêşanderan dikin ku vegerin mala xwe, berî 10'ê şeve anku destpêbûna qedexeya derve.

Di rêdeçûnên din de li Washington, Boston û New York de gelek kes derketina kolanan û mirina Gray protesto kir.

Li New York polîsan nêzîkî 100 xwenîşander desteser kirin, piştî ku wan rêkên ku digehijin Union Square ya taxa Manhattan.

XS
SM
MD
LG