Welatî û sendîkayên li bajarên derdora Ewropayê roja Yekşemê ji bo meşên Roja Gulanê daketibûn kolanan û peyamên protestoyî dabûn hikûmetên xwe û bi taybetî li Fransayê ku roja fermi ya bêhnvedanê ye û weke rêzgirtin li texa karkeran, ev bûyer weke mîtîng û mesa li dijî Serokkomarê nû yê ji nû ve hatî hilbijartin Emmanûel Macron pêkhat.
Roja 1ê Gulanê ji bo beşdaran û dxwazên karkeran, çalakiyên beşdaran di wê rojê de bi polîsan re xwedî hestyariyeke bilind e. Polîsên Tirk bi lez û bez li Stenbolê xwepêşandêr li nêzî Meydana Taksîmê ya ku di sala 1977'an de di çalakiya Roja Gulanê de 34 kes lê hatbûn girtin û dorpêçkirin, ku di wê demê de ji avahiyeke nêz ve gule li girseyê hatbûna reşandin.
Walîtîya Stenbolê got, roja Yekşemê polîsan 164 kes desteser kirin ku bê destûr xwepêşandan kirin û li meydanê li dijî polîsan li ber xwe dan. Li taxeke li alîyê Asyaya Stenbolê, kombûnek Roja 1ê Gulanê bi hezaran kes, bi stran, sirûd û biliondkirina pankartan, xwepêşandanek ya ku ji alîyê Konfederasyona Sendîkayên Pêşverû yên Tirkîyê ve hatibû organîze kirin pêkhat.
Li Îtalyayê, piştî pandemîya vîrûsa korona ya du salan, li Romayê û gelek bajarên welêt mîtîng û xwepêşandanên protestoyî hat lidarxistin. Ji derveyî mafên karkeran û xebatê, bi bangên ji bo aştiyê û bidawîkirina şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê, daxwazek bingehîn bû.
Sê sendîkayên sereke yên karkeran yên Îtalyayê, li bajarê Hîlltop yê Assisi ku gelek caran cihê xwepêşandanên aştiyê ye, di mîtîngên wê derê de, dirûşma û slogana îsal "Karkirin ji bo aştiyê" ye.
Seroka sendîkaya CISL ya Îtalyayê Daniela Fumarola got, "Roja Gulanê roja dilsoziya civakî û sivîl a ji bo aştî û kedê ye."
Protestoyên din yên li seranserî Ewrşpayê, tevî Slovakya û Komara Çekê, û li hin welatên din yên Ewrşpayê jî hatin plankirin ku xwendekar û kesên din ji bo piştgiriyê bidin Ukraynayê weke komunîst, anarşîst û komên li dijî Yekîtiya Ewrûpayê li hev civandin û beşdarî meş û mîtîngan bûn.
Li Fransayê, mîtîngên Roja 1ê Gulanê - hefteyek piştî hilbijartinên serokkomariyê derketin ku weke rikeberên desthilatê piştî hilbijartina Emmanuel Macron bo 5 salên din tê dîtin, û heta hilbiuajrtiên Parlemenê di meha Xezîranê de. Hêzên rikeber bi taybet yên çepigir û rastgir li bere ku pirranya hikûmetê lawaz bikin.
Li seranserî Fransayê bi balkişandina ser Parîsê ya ku sendîkaya CGT ya ku komunîst piştgirî dide meşa sereke ya ber bi rojhilatê Parîsê ve hatibû plankirin û komek ji sendîkayên din tevlî bûn her hemî zextê li Macron dikin ji bo polîtîkayên ku gel dixin pêşî û plana wî ya ji bo bilindkirina temenê xanenişînîyê ji 62 sal bo 65'an şermezar dikin.