Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîlan Taşdemîr: Hin Kes Dixwazin Ser Hindabûna Gulistan Doku Bigirin


Gulîstan Doku
Gulîstan Doku

Berdevka Meclîsa Jinan ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Dîlan Dîlan Taşdemîr digel aktîvîstên Tevgera Jina Azad û Komela Roza jibo rewşa Gulîstan Doku, ku 10 roj in hinda ye, çûn Dêrsîmê.

Taşdemîr li navenda HDP'ê ya Dêrsîmê preskonferansek li dar xist û got ku Dêrsîm bajarekî pir biçûk e û bajar 24 saet bi kamerayan tê kontrol kirin.

"Di her kêlîyekî de mirov tên şopandin. Çawa dibe ku di bin vê kontrola mezin de Gulîstan hinda dibe?" Taşdemîr got.

Wê got ku hin kes dixwazin serê hindabûna Doku bigirin.

“Em bawer dikin ku hin kes dixwazin ser hindabuna Gulîstanê bigirin û jibo dîtina wê xebatên cidî nakin.

Taşdemîr, derbarê rewşa gumanbar Zaynal Abarok jî got ku heta niha ti daxuyanî ji bîragiştî re nehatiye dayîn.

“Pêşî gotin ku Abarok ji Tirkîyê revîye, paşê walîtî got ku ew di bin çavderîya dozgerîyê da ye. Ger ew di bin çavderî da ye, çima îfadeyên wî ji bîragiştî re nayê parve kirin.”

Taşdemîr gotina “Li Kurdistanê mirov hinda nabin, lê tên hinda kirin” jî bi bîr anî û got ku ew pêşgotin bûye rastîya jinan jî.

“Mixabin jin bi têgîştina serdest ya mêran tên kuştin. Ger li ser rewşa Gulîstanê hesasîyetek derketibe, ew bi xêra rêxistinên jinan û tekoşîna gelê Dêrsîmê ye," Taşdemîr got.

KHF_Dîlan_Taşdemîr_01_14_2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00


XS
SM
MD
LG