Lînkên eksesibilîtî

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê Serlêdana Parlamentera HDP’ê Yildirim Red Kir


Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, bi armanca ku girtina wê ya nehiqûqî ye û divê ew were berdan, serî li Dadgeha Bilind ya Tirkîyê xistibû.

Yildirim di serdana xwe de destnîşan kiribû ku hem desteserkirina wê, hem biryara girtina wê dijî hiqûqê ye û bi biryara nepenî ya ser dosyeyên dozê, mafê ewlehî û azadîya wê tê binpê kirin.

Yildirim dîyar kiribû ku çalakîyên wê yên sîyasî bûye heceta girtina wê ku ew jî astengî li pêşîya parlamenterîya wê çêdike, mafê temsîlkirina hilbijirên wê û azadîya ramanê binpê dike.

Lê, Dadgeha Bilind serdana Yildirim red kir û got ku "Tiştên ku wî îdia kirine bê bingeh in û nayên qebûl kirin."

Heman dadgeh, di sala 2013’an de jibo parlamentere CHP’ê Mustafa Balbay biryareke cuda dabû û gotibû ku “Girtina wî jibo karên parlamenterî dibe asteng.”

Dadgehê herwiha bal kişandibû ku bi girtina Balbay mudaxaleyeke li ser mafê temsîlkirina sîyasî û mafê hilbijêranjî hatiye kirin.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bilgen derbarê vê biryara dadgehê de daxuyanîyek da û got ew vê biryarê qebûl nakin.

“Dadgehê bi vê biryarê rola xwe ya navnetewî jî înkar dike. Herwisa qebûl dike ew bûye beşek ji sîyasetê. Ev biryar jibo me tiştek îfade nake. Ev biryar li dijî biryara berdana Mustafa Balbay jî. Yanî dadgeh biryara xwe jî red û înkar dike."

Bilgen îdia kir li dijî parlamenterên HDP’ê, akademîsyen û rojnamevanan wekî hiqûqa neyartî biryar tên dayîn.

Parlamentera Stenbolê Fîlîz Keresetecîoglu jî got bi vê biryarê hêza sîyasete ya li ser dadgehan dîyar bû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Yildirim di 4’ê Mijdarê de li ser îdianameya Dozgerîya Komarî ya Amedê bi heceta ku piştevanîya rêxistina terorê kiriye, hatibû girtin.

Di derheqa wê de ji pênc sucên cuda, ji 27 salan heta 81,5 sal cezayê hepse tê xwestin. Di îdianameya Yildirim de hatiye gotin ku parlamentera Kurd bi endamekî PKK’ê re 13 caran bi telefonê axifîye.

XS
SM
MD
LG