Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Zilm û Dijminatîya ser Kurdan Nabînin lê Behsa Aştîya Ukraynayê Dikin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan rexne hewlest û siyasetên vê dawîyê yên desthilatdarên Tirkîyê kir. û li wir rexne li polîtîqayên desthilatîyê, herwiha sekna partîyên opozîsyonê li hember HDP'ê kir.

Hevseroka HDPê îro Yekşemê li bajrê Entabê (Dîlok) beşdarî kongreya partîya xwe bû û li wir helwesta hikumeta AKPê li hember şerê Rûsya û Ukraynayê bi durûtî da zanîn.

''Desthilat dibêjin ew li dijî şerê Ukraynayê ne û banga aştîyê dikin. Ew durû ne, zilm û dijminatîya wan ya li hember Kurdan û li hember HDP li holê ye. Em jî banga wan ya jibo aştîyê bawer nakin, jiber ku kirin û sîyasetên wan yên dijminatîyê li Erfînê li Rojava jibîr nakin. Zilm û dijminatîya xwe ya li ser Kurdan, ya li ser HDP nabînin û behsa aştîya Ukraynayê dikin. Ev durûtî ye,'' Buldan got.

Sîyasetvana Kurd îdîa kir ku Tirkiye tenê di şerê Ukraynanê de li hember Ewrupa jî durûtîyê dike.

''Erdogan dibêje çima tê xwestin Ukrayna bikin Yekîtiya Ewrupa lê çima Tirkiye nakinê. Dadgeha Mafên Mirov jibo Demirtaş û hevalên me yên din biryar da ku divê bilez bên berdan, lê Erdogan got ew biryara dadgehê wan nas nakin. Jiber bêhuqûqîyên AKP deriyê Ewrupayê li Tirkiyê hate girtin. Ev derî tenê bi dadmendî, hiqûq û demokrasiyê dikare vebe, lê ew jî bi AKP'ê nabe.’’

Hevseroka HDP'ê helwesta partîyên opozîsyonê li hember Kurdan û HDP'ê jî rexne kir.

''Dema qayuman dan ser şaredariyên HDP partîyên opozîsyonê dengê xwe nekirin, dema parêzbendîya parlamenterên HDP'ê rakirin dengê erê dan, li hemeber zextên li ser HDP'ê xwe ker kirin. Lazime opozîsyon, sekna xwe ji çav derbas bike, dibe qey li Tirkiye hiquq maye îca radibin di biryarên li dijî me li rex AKP diskenin. Jibo opozîsyonê sekna durist divê. Bêdengiya wan ya li dijî polîtîkayên li ser HDP di heman demê de li hember demokrasîyê ye, li hember aştîya nav welat e û ya li dijî gelê hejar yê welat e.’’

Hêjayî gotinê ye ku di krîza Rûsya û Ukraynayê de Tirkîyê banga rawestandina şer kiriye û gotiye ew amade ye di diyaloga navbera her du alîyan de alîkar be.

Raporta Xecîcan Farqîn - 6ê Adarê 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00
XS
SM
MD
LG