Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Plan Û Stratejîya HDP'ê Piştî Girtina Şaredar Û Parlamanteran


Endamên HDP - Tirkiye
Endamên HDP - Tirkiye

Pêncşema borî 4ê Hezîranê, parlemena Tirkîyê bi biryarekê dawî li parlementarîya endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisogulları û Enîs Berberoglu ji Partîya Gel ya Komarî (CHP) anîbû û hatibûn girtin.

Parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglu jiber sedama vîrusa korona hatibû berdan, lê Guven û Farisogulları hîn jî di girtîne.

Li Tirkyê ev demek dirêje, êrîşên ser HDPê, endam, şaredar û parlemnterên wê bi sedema destek dayîn û endametiya Partiya Karkerên Kurdistan PKKê tên tawanbar kirin, ji kar û wezîfeyên wan tên derxistin û tên girtin, lê HDP hertim vê tohmetê red dike.

Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan roja Înê di preskonferansekê da li Enqerê ragihand ku li hember êrîşên hikûmetê ewê jî têkoşîna demokrasîyê bidin destpê kirin.

Herwiha HDPê xwestbû xwepêşandanek protestoyî li Enqerê encam bide, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin asteng kirin.

Roja Sêşemê Hevserokê HDPê Mithat Sancar li Amedê serdana Kongra Civaka Demokartîk kir û li wir li ser girtina parlementerên HDP Leyla Guven û Musa Farisogullari daxuyaniyek dan.

Sancar herwiha li Amedê serdana partîyên Kurdan jî kir. HDP plan dike di 15ê Hezîranê da jî bajarê Colemêrg (Hakkarî) û ji Edirneyê ve ji du milan ewê ber bi paytexta Tirkiyê Enqerê ve dest bi meşa edalet û azadîyê bikin

Fayik Yagizay Nûnerê HDPê li Ewrupa
Fayik Yagizay Nûnerê HDPê li Ewrupa

Bo danûstandina li ser vê mijarê bernama "Hest Û Helwest" mêvandariya her yek ji Fayiq Yagizay Nûnerê HADPê li Ewrupa û Bedel Boselî Rojnamevan li Tirkiyê kir.

Yagizay da zanîn ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di dîroka Tirkiyê da cara yekemîne dibe hêza yekem, berî wî saziya leşkerî li Tirkiyê hêza yekem bû, lê Erdogan her kes têkbir, wî kir û nekir tenê nikarbû HDP têk bibe, dixwaze me jî têk bibe, lê em xortir dibin, Erdogan dixwaze HDPê jî têk bibe û kesekî li hemberî xwe nehêle.

Yagizay herwiha got"HDP li gor qanûna Tirkiyê hatiye damezrandin û li gor qanûna Tirkiyê tev digere."

Bedel Boselî Rojnamevan
Bedel Boselî Rojnamevan

Rojnamevan Bedel Boselî di bernamê da got ku niha li Tirkiyê piştî derbeya leşkerî pêkhat ku heta niha rastiya wê nehatiye zelal kirin kanê rastbû, yan jî planek bû hatî çêkirin, ev tiştek dinê ye, lê piştî derbeyê qanûnên demkî çêkirin û li gor wan ganûnan rewşa awarte çêbû, li gor wan qanûnan û wê rewşê kesek nikare hizara xwe, fikra xwe ya siyasî bibêje, kesên ku fikra xwe ya rasteqîne bibêje, tên tên sizadan kirin, gelek Akademsyon, gelek Rojnamevan, ne tenê yên Kurd, yên Tirk jî, ne tenê ji HDPê ji partiyên din û yên bêalî jî hatin girtin, jiber ku hizra xwe gotine.

Hest Û Helwest 09 06 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG