Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) raporek bi navê “Ji Xizanîya Jinê Re Na” amade kir.
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya HDP’ê li ser vê raporê agahî da rojnamevan.
“Me dijî xizanîya jinê serdana 18 bajar kir û 13 hezar û 550 kilometre rê çûn. Li her derî xizanîya jinê di asteke bilind de bû,” Başaran got.
Meclîsa Jinê ya HDP’ê di 5’ê Nîsanê 2021an de “Ji Xizanîya Jinê Re Na Jibo Jinê Dad” helmetek dabû destpêkirin. Di vê çerçoveyê de çalaki û hevdîtinên ku bi jinan re hatibûn çêkirin bi awayekî raporî hat weşandin.
Di raporê de tê gotin ku jin rojane di navbera 12 heta 16 saetan dixebitin û destheqê wan jî di navbera 60 heta 110 TL ye.
“Jinên ku di zevîyan de dixebitin, gava diçin çadiran li zarokan mêze dikin û xwarinê çêdikin. Hawirdorên ku tê de dijîn ji hijyenîyê dûr e û ewlekarîya canê karkarên demsalî jî tuneye,” rapor dibêje.
Rapor bi berdewamî bal dikşîne ku gelek jinên ku di zanîngehan de dixwînin jiber xizanîyê dest ji xwendinê berdaye, yên ku zanîngeh qedandine jî jiber bêşixulîyê di zevîyan de yan jî di sektora tekstîlê de dixebitin.
Dîsa, rapor bi bîr tîne ku keda jinên ku di nav malan de kar dikin jî bê qimet tê dîtin.
Jinên koçber jiber qedexeyên zozanan nikarin kon vedin, şîrê ku didoşin jî şîrxane ji wan lîtreyeyê 15-16 lîrayê digirin, lê 40-50 lîrayê jî difroşin.
Di raporê de jinên Roman û jinên hunermend jî cî digirin. Li gor raporê jinên Roman bêtir di sektora kêfxweşîyê de dixebitin û jiber pandemîyê di vê sektorê pir jinên Romen bêkar mane.
Jinên hunermend jî jiber kincên xwe ji alîyê patronên (kardarên) wan, an jî jiber mişterîyan ve rastî destdirêjîyan hatine.
Di raporê de li ser jinên Suryanî jî hatiye rawestandin ku jiber bawerîya xwe û jiber jinbûnê nikarin berhemên xwe bifroşin.
Başaran hemû van kêşeyên jinê bi xizanî û sîstema serwerîya zilaman ve girêdide.
Budçeya Tirkîyê ya sala 2022’yan di navbera 6-17 Rêbendanê de li Civata Giştî ya Meclîsê de tê dîtin.
Başaran ev budceyê jî dijî jinan bi nav dike û îdia dike ku ew budce ya zilaman e.
“Wek salên berê di budceya sala 2022’yan de jî navê jinê tuneye. Budceya amadekirî jibo şer û rant e û xizmeta sermayedaran dike. Ev budce ne ya gel e, ne ya jinan e, ne ya cîwanan e, ne ya zarokan e û tenê ya desthilatdarîyê û alîgirên wan e.”
Başaran li ser çereserîya kêşeya jinê jî sekinî û got ku jibo ku ew pêşî li xizanîya jinê bigirin, divê ew budceya desthilatîyê napejirînin.