Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk 1 Sal û 5 Meh Cezayê Zindanê li Hozan Canê Birî


Hozan Canê
Hozan Canê

Dadgeheke Tirk, bi sedema ku haqaret li serokomarîya Tirkîyê kiriye, 1 sal û 5 meh cezayê zindanê li hunermenda Kurd ya navdar Saîde Înaç birî ku di nav gel de bi navê Hozan Canê tê zanîn.

Newroz Akalan, parêzera Hozan Canê dibêje ku li ser medyaya civakî bi dehan hesabên ku li ser navê wê hatine vekirin hene û parvekirinên ku bûne sedema cezayê, ne yên Canê ne.

“Li Tirkîye di demên dawî de givaştinên ser azadîya ramanê dijwartir bûne jiber ku cezayê Canê tenê jibo karukaturekê hate dayîn. Jixwe ev parvekirin jî ne ya Hozan Canê ye. Ev ceza bi temamî dijî hiqûqê ye.”

Akalan da zanîn ku wan bi hemû belge û delîlan îsbat kir ku ev ne hesabê Canê ye, lê dadgehê dîsa jî cezayê zindanê li Canê birî.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hunermenda Kurd di pêşîya hilbijartinên Hezîrana sala borî de li bajarê Edîrnê ya bakurê rojavayê, li ser otobuseke kempeynê ya HDP’ê hatibû girtin.

MEB_09_18_2019_Hozan_Canê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:19 0:00


XS
SM
MD
LG