Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Sîyaseta Tirkîyê ya Derbarê HSD û HTŞ Çawa Dibînin?


Çekdarên Sûrî alaya Heyat Tahrir El-Sham li Mizgefta El Emewî li Şamê bilind dikinDec. 10, 2024.
Çekdarên Sûrî alaya Heyat Tahrir El-Sham li Mizgefta El Emewî li Şamê bilind dikinDec. 10, 2024.

Di debarê hewlên dawî yên destpêkirina proseyeke aştîyê de li Tirkiyê, pispor dibêjin ku Tirkîyê li aliyekî dixwaze li gel rêberê PKK Abdullah Ocalan hevdîtinan pêk bîne û li aliyekî din jî, bi sîyaseta qayûm, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û desteserkirina Kurdan sîyaseteke tund dimeşîne.

Akademîsyena Zankoya Kurdistan ya Hewlêrê Arzu Yilmaz ev hewildanên Tirkîyê ji bo aşitîyeke mayîn de dûr dibîne. Yilmaz ji Dengên Amerîkayê re ragihand ku daxwazeke Tirkîyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye.

"Di vê pêvajoyê de, Tirkîyê ne çareseriya pirsgirêka Kurd û ne jî bi riyên aştiyane vê çareserîyê dixwaze. Ev pêvajo bi armanca avakirina îtifaqa Kurdan û Tirkan li Rojhilata Navîn, li gor faktorên derve hate destpêkirin. Lê ewê çiqas bi serkeve, ev jî zêde dîyar nîne."

Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li Tirkîyê hê jî di nav lîsta terorîstî de ye, ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ango PYD-YPG jî Tirkîyê wek rêxistineke terorîst dibîne.

Pispor siyaseta tirkiyê ya Aştiya bi Kurdan re Dinirxînin.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00

Lê Tirkîyê piştî ketina Beşar Esed li gel HTŞ’ê di van deman de têkilîyên bilind yên dîplomatîk dike. Ev yek jî pirsa “Gelo Tirkîyê pêkane ku li gel HSD’ê jî têkilîyeke wiha pêk bîne?” tîne bîra mirovan.

Arzû Yilmaz vê yekê dema şîrove dike ew dide zanîn ku, Tirkîyê di tiştên wiha de bes tenê li berjewendîyên xwe temaşe dike. Yilmaz ji bo Sûrîyê jî mînaka Herêma Kurdistana Îraqê ya federal nîşan dide.

"Tirkîyê wê bibîne, bi HSD’ê re çi qezenc dike û çi winda dike. Em dikarin bi rihetî bibêjin ku, em nizanin bi rûxandina rejîma Esed re wê li Sûrîyê çi bibe. Lê îhtîmala herî hindik ji nû ve avakirina nîzama dewleta serdest a navendî. Îhtîmala herî baş ew e ku Sûrîye bigihe rewşek federal û yektiya axa xwe berdewam bike. Lê Tirkîyê naxwaze ku xeletîya ku li Îraqê kir li Sûrîyê jî dubare bike û ji ber vê jî li Sûrîyê dijî federasyonê ye."

Her çiqas Tirkîyê li Sûrîyê dijî statûya Kurdan derkeve jî, lê, li gor Arzû Yilmz, divê ew bi HSDê re li hev bike:

"Îro şert û merc çi dibe bila bibe, êdî pêkan nîne ku Kurd neyên dîtin, ku ew di qadê de faktorekî girîng in. Tirkîyê heta niha bi şer nikaribû Kurdan tune bike, xeyrî pêkanîna îtifaqê jî li pêşîya Tirkîyê alternatîfekî din tunene. Tirkîye HTŞ û HSD ji ber sedemên meşrûkirina ewlekarîya xwe terorîst nîşan dide. Lê herî dawî Tirkîyê bi vê rastiyê re rû bi rû ye ku, ji bilî hevalbendiya bi HSD’ê re, tu rêyeke din tune ye," Yilmaz got.

Pisporê têkilîyên navnetewî Ekrem Onen jî Dengê Amerîkayê re helwesta Tirkîyê ya li ser Rojava şîrove kir û got ku Tirkîyê li dijî pirsgirêka Kurd e.

"Tirkîyê, di nav sedsala dawî de, Kurd ti car wek netewek qebûl nekir û pirsgirêka Kurd jî nedît, û ew wek pirsgirêkeke ewlekarîyê dîyar kir. Tirkîyê dizane heta ku ew ji vê polîtîkayê dest bernede, ewê serkeftî nebe. Armanca Tirkîyê ew nîne ku HSD’ê wek terorîs bibîne an jî nebîne, ku HTŞ jî niha di lîsta wan ya terorîstî de ye. Armanca Tirkîyê ewe ku pirsgirêka Kurd di qada cîhanê de wek pirsgirêkeke ne meşrû dîyar bike."

Akademîsyen Vahap Coşkun jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku Tirkîyê dixwaze YPG’ê ji PKK veqetîne û bêçek bike.

"Tirkîyê beriya niha derbarê YPG’ê, hin daxwaz kiribûn. Ji bo nîmûne, wê daxwaz kir ku endamên PKK ji YPG’ê derkevin, YPG çekên xwe deyne û piştre tevlî Sûrîyê bibe. Li aliyê din YPG’ê dîyar kir ku ew bi prensîp razî bûne ku tevlî artêşa Sûrîyê bibin, lê divê şert û mercên vê yekê bên nîqaşkirin. Ev hemû mijar niha di navbera aliyan de tên gotûbêjkirin."

XS
SM
MD
LG