Payvdarê wezareta Tenduristiya Îranê îro Şemiyê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 76 kesên din bi vîrusa koronayê mirine û hejmara giştî ya miriyan li welêt bûye 5,650î.
Peyvdar Kiyanoş Jahanpûr got hejmara giştî ya tûşbûyên koronayê ta niha 89,328 kes in û ji wan 3,096 kes di rewşeke tenduristî ya xerab de ne.
Cîgirê wezîrê tenduristiya Îranê Iraj Harîşî got hejmara miriyan a rojane li welêt bi rêjeya 70% kêm bûye û hejmara nexweşên vîrusê li nexweşxaneyan derdora 50% daketiye.
Îran welatê Rojhilata Navîn ê ku herî bêhtir vîrus lê belav bûye û hejmarên herî bilind ên miriyan li herêmê tomar kiriye.