Rayedarên Îranê girtina zêdetir ji 100 kesan li seranserî welat ragihand, di çarçoveya lêkolînê de li ser zincîreke dosyayên jehrîkirinê ku bandor li sedan keçên xwendekar kir û bû sedema nerazîbûna xelkê wî welatî.
Wezareta Navxwe ya Îranê di daxuyaniya xwe ya ku ji aliyê ajansa fermî ya nûçeyan (IRNA)yê ve hat weşandin de wiha got: "Zêdeyî 100 kesên ku di bûyerên vê dawiyê yên dibistanan de cih digirin hatin tespîtkirin, hatin girtin û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin."
Wezaretê ti agahî derbarê kesên ku li çend parêzgehên weke Tehran, Qum (bakur), Azerbaycana Rojhilat û Rojava (bakurê rojava) û parêzgehên Kurdistan û Hemedan (rojava) hatine girtin, neda.
Lê wezaretê bal kişand ser wê yekê ku "di nav wan girtiyan de" kesên ku "bi armancên dijminane û bi armanca belavkirina tirs û nerihetiyê di nav welatiyan û xwendekaran de, girtina dibistanan û çêkirina gumanan li hember dewletê" hene, têkiliya bi rêxistinên terorê re heye yên" wek Rêxistina Mucahidînên Xelq-Gel ya rikeber ku navenda wê li Albanyayê ye.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ku "Xweşbextane ji nîva heftiya derbazbûyî heta îro (Yekşem) hejmara bûyerên dibistanan bi awayekî berçav kêm bûne û heta niha ti raportek derbarê jehrîbûna xwendekaran de derneketiye."
Ji dawiya meha Mijdarê ve, roj bi roj ev diyarde dubare dibe: xwendekarên keç li dibistanên keçan bêhnên "gemar" yan "nenas" hest dikin, û paşî nîşanên wekî gêjbûn, tengnefesî û dilrabûnê li wan derdikevin.
Kenalê Amerîkî Al Hurra yê ku bi zimanê Erebî weşanê dike di raporteke xwe de dide diyark irin ku, Mihemed Hesen Esferî, endamê komîteya lêkolînê ya parlamentoya Îranê ku bi lêkolînkirina dosyayên jehrîbûnê hatiye erkdarkirin, got ku ji dawiya meha Mijdarê û vir ve li 25 ji 31 parêzgehên welat li 230 dibistanan bi giştî "zêdetirî pênc hezar xwendekarên keç bi bûyera jehrîkirinê daxbar bûne".
Li hember zêdebûna bûyeran, daybabên xwendekar û xelk li hev civiyan û nerazîbûna xwe anî ziman û bang li rayedaran kirin ku tiştekî bikin.
Di 6ê Adarê de, rêberê olî yê Îranê, Elî Xamineyî, daxwaza "cezayên giran" ji bo kesên ku di rêze bûyerên jehrîkirinê de cih digirin, kiribû.
Dozên jehrîkirinê piştî du mehan ji destpêkirina bizava nerazîbûnê li Îranê pêkhatin, piştî mirina Mahsa Emînî jina ciwan, ya ku ji aliyê polîsê exlaqî ve bi tawana binpêkirina mercên tund yên cilûbergan li Komara Îslamî de hatibû girtin û paşî jiyana xwe ji dest dabû, hatbûn dest pê kirin.
Jêder: CNN/Alhurra