Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Cezayê Girtîgehê li 4 Kesan Hate Birîn


Dezgeha dadwerî ya Îranê roja Yekşemê cezayên 10 sal zîndanê ji bo kesên ku di çarçoveya çalakiya protestoyî ya bi mehan de banga grevê kiribûn, ragihand.

Ev cara yekem e ku dadgeha dadwerî cezayên zîndanê ragihandin ji bo vî rengê gurkirinê di dema xwepêşandanên li seranserê welêt de ku ji ber kuştina Jîna Emînî di meha Îlonê de dest pê kir.

Malpera nûçeyan a Mîzan Online ya saziya dadweriyê ragihand ku 4 tawabar ji salekê heya 10 salan cezayê girtîgehê girtine. Nasnameya wan nehate zanîn û dibe ku hîn jî dawaza pêdaçûna biryaran bikin.

Çalakvanan li ser medyaya civakî ji bo piştgirîkirina çalakiya ku bi mirina Emînî ya 22 sala dest pê kir, ji 5ê Kanûnê ve dest bi greva giştî ya sê rojan kiribûn.

Mîzan ji ser zarê serokê Dezgeha Dadwerî ya parêzgeha Hormozgan a li başûrê Îranê, Mojteba Ghahramanî, ragihand ku gotiye ew çar kes bi "bi gurkirina ajokaran ji bo grevê", û ji ber xirabkarîyê hatine cezakirin.

Li gor Ghahramanî, “Ti ji wan tawanbaran ne şofêr e û ne jî pêwendiya wan bi sektora veguhestinê re heye”.

Ghehramanî got: “Yek ji tawanbaran bi 10 sal zîndan û yek jî bi 5 sal zîndan hat mehkûmkirin ku komeke bi armanca têkdana asayişa niştimanî pêk anîne”.

Du kesên din ji bo her yekê salek zîndan û cezayê pere hatine cezakirin ji ber "xerabkirina aramiya giştî û şikandina camên kamyonan".

Di 5ê Kanûnê de medyaya xwecihî ragihand ku rayedaran xwaringeheke û firoşgeheke zêr yên efsaneyê futbolê Alî Daî li Tehranê girt, piştî ku wî piştgirî da bangên xwepêşanderan.

Desthilatdarên Îranî xwepêşandan bi piranî wekî "serhildan" binav dikin û welatên biyanî yên dijmin bi gurkirina aloziyan tawanbar dikin.

Karbidest dibêjin, bi sedan kes, di nav de endamên hêzên ewlekarîyê, hatine kuştin û bi hezaran ji 16ê Îlonê ve hatine girtin.

Çar mêr, du ji wan roja Şemiyê, ji ber kuştin û birîndarkirina endamên hêzên ewlehiyê yên têkildarî xwenîşandanan, hatin sêdarekirin.

The US State Department on Saturday condemned "in the strongest terms" what it said were the "sham trials & execution" of two men in Iran for killing a paramilitary force member during protests sparked by a young woman's death in custody.

"These executions are a key component of the regime's effort to suppress protests. We continue to work with partners to pursue accountability for Iran's brutal crackdown," State Department spokesman Ned Price said on Twitter.

Doh Înê Wezareta Derve ya Amerîka roja Şemîyê "bi tundtirîn ziman" tiştê ku got "dadgehkirin û sêdarekirinên sexte" ya du mêran li Îranê ji ber kuştina endamekî hêzên Basîc di dema xwepêşandanan şermezar kir.

Peyvdarê wezaretê Ned Price li ser Twitterê got: "Ev bidarvekirin pêkhateyeke sereke ya hewlên rejîmê ne ji bo tepeserkirina xwepêşandanan. Em berdewam in li ser karê bi hevkarên xwe re ji bo şopandina berpirsyariya ji bo tepeserkirina hovane ya Îranê."

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG