Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pasdarên Îranê Hişyarîyê Didin Xwepêşanderan: "Îro Roja Dawî ya Têkbirinan e"


Iran Protests
Iran Protests

Serokê Pasdarên Şoreşê yên Îranê hişyarî da xwepêşanderan ku roja Şemîyê dê roja dawî ya derketina kolanan be, wek nîşana ku hêzên ewlekarîyê dibe ku tepeserkirina xwe li ser nerazîbûnên ku li welat belav bûne tundtir bikin.

Îran ji dema mirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî meha borî di nav destên polîsê Îranê de, rastî xwepêşandanan dibe, ku ji şoreşa 1979an ve yek ji wêrektirîn rûbirûbûnên dijî serkirdayetiya olî ye.

"Dernekevin kolanan! Îro roja dawî ya têkderiyan e," fermandarê Pasdaran Husên Selamî bi zimanekî herî tund ku di krîzê de tê bikar anîn, got. Serkirdayetiya mezhebî ya Îranê dijminên xwe yên biyanî, di nav de jî Îsraîl û Amerîkayê bi vê krîzê tawanbar dike.

Selamî got: "Ev plana xerab, planek e ku li Koşka Spî û Rejîma Siehyonî hatiye çêkirin."

Pasdarên Şoreşê yên tirsnak, ku rasterast ji Rêberê Bilind Ayetullah Alî Xamineyî re radigihînin, ji destpêka xwepêşandanên 16ê Îlonê ve nehatine belavkirin.

Komên mafên mirovan dibêjin, herî kêm 250 xwepêşander hatine kuştin û bi hezaran kes li seranserê Îranê di xwepêşandanan de hatine girtin, ku ev xwepêşandan veguherî serhildaneke gelêrî ji alîyê Îranîyên hêrsbûyî ve ji hemû çînên civakê .

Roja Înê, dîmenên vîdyoyî yên li ser medyaya civakî nîşan dan çawa xwepêşanderan daxwaza kuştina Xamineyî û milîsên Basîc dikin, ku rolek mezin di hewildanên bêbandorkirina xwepêşandanan de lîstin.

Wezareta agahdariyan û baskê îstixbaratî yê Pasdarên Şoreşê, ajansên sîxuriyê yên Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û Erebistana Saudî bi wê yekê tohmetbar kirin ku wan ew alozî ji bo têkdana aramiya Komara Îslamî pêk anîne.

Salamî, ku di merasîma cenazeyên qurbaniyên êrîşa vê hefteyê ya rêxistina Dewleta Islamî Daişê de diaxivî, ew peyama xwe rasterast ji xwepêşanderan re dubare kir. Wî got, "rûmeta xwe nefiroşin Amerîkayê û li rûyê hêzên ewlehiyê yên ku we diparêzin nexin."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG