Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topbarana Artêşa Îranê li Herêma Kurdistanê Didome


Dîmenek ji êrîşeke Îranê ser bingeha partîya Komele li devera Zirgwêz ya Herêma Kurdistanê. 28ê Îlon, 2022.
Dîmenek ji êrîşeke Îranê ser bingeha partîya Komele li devera Zirgwêz ya Herêma Kurdistanê. 28ê Îlon, 2022.

Hêzên artêşa Îranê bombebarankirina çend deverên Herêma Kurdistana Îraqê îro Pêncşemê berdewam kirin.

Ji bilî bingehên partîyên Kurdên Îranê li nav Herêma Kurdistanê, topbarana hêzên Îranî li ser sînorê jî didome, li gor raportên xweichî.

Di encama êrîşên bi top û mûşek û dronan de ji alîyê Îranê ve heta îro Pêncşemê, bi kêmî 18 kes hatine kuştin û bêtirî 50 kesên din jî birîndar bûne, çend jêderan ji Dengê Amerîka re got.

Hêzên Pasdaran yên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) di daxuyanîyekê de roja Pêncşemê got ku ewê operasyona xwe berdewam bike heta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê tedbîran hember bingehên partiyên Kurdên Îranê bistîne.

Îran partîyên Kurdan bi tevdana rewşa ewlekarîyê tawanbar dike, piştî derketina xwepêşandanên dijî hikûmetê. Ev bûye nêzîkî du hefteyan ku xwepêşandan li bajarên Kurdan yên Îranê û deverên din dijî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê exlaqî derdikevin.

Neteweyên Yekbûyî û gelek welat wekî Amerîka, Fransa, Brîtanya û yên din bi tundî Îran jiber vê kempeyna topbaranê şermezar kirine.

XS
SM
MD
LG