Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmendê Qanûnî: Biryara Dadgeha Îraqê bo Aborîya Herêma Kurdistanê Dê Felaket Be


Arşîv: Dadgeha federal ya Îraqê
Arşîv: Dadgeha federal ya Îraqê

Dadgeha Bilind ya Îraqê roja Sêşemê di rûniştineke taybet de û bi piranîya dengên endaman biryar girt ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistana Îraqê ne li gorî destûrê ye û divê herêm hemî dahat û berhemên petrolê radestî hikûmeta navendî ya Bexda bike, bi taybet radestî wezareta petrolê bike.

Biryara dadgehê li ser bingeha rûniştineke guhdarîkirinê hat ku tê de pirsgirêka firotina nefta Herêma Kurdistanê bo derveyê Îraqê, bêyî erêkirina hikûmeta federal hatiye biryar dan.

Dadgeh dibêje ku qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê, ku ji sala 2007’an ve karîger e, ne li gor bendên makezagona Îraqê ya sala 2005’an e.

Pişt biryar hat weşandin, reaksyona pêşî ji serokê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî derket û wî got "Biryara dadgeha federal diryarek siyasî ye û armanc jî dijatiya sistema fedrale li Îraqê. "

Barzanî dîsan got "Em hêvî dikin ku hikûmeta Bexda û ya Hewlêr bigehin lihevhatinekê derbarê neft û gaze."

Herwiha serokatîya Herêma Kurdistanê li ser navê serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di malpera xwe ya fermî de û herwiha bi rêya hesaba fermî ya Twîterê daxuyanîyek derbarê biryara dadgeha federal weşand.

"Di demekê de ku Îraq di qonaxeke siyasî ya aloz re derbas dibe, cihê mixabiniyê ye ku biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê nedestûrî yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê dibîne û ev yek jî bûye sedema nîgeraniyeke mezin li Herêma Kurdistanê," daxuyanîyê got.

Ji bo danûstandina derbarê vê mijarê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi birêz Dr. Waadî Mizûrî, Şêwirmendê qanûnî yê serokatiya Parlemena Herêma Kurdistanê re encam da, ku navê Mizûrî ji di biryara dadgehê de derbaz bûye ku gilîyê ku li dadgehê hatî pêşkeş kirin wî jî vedigire weke Şêwirmendê qanûnî ya serokatiya parlemenê.

Dr. Waadî Mizûrî derbarê dadgeha federal got dadgehê du karên sereke hene, karê yekê divê li ser rê û felsefa qanûnê bimeşe û kar bike û ya duyan jî divê rolê xwe di kêmkirina nakokiyên siyas de jî bibîne, û divê rewşa li Îraqê û pirsên siyasî di ber çavan re derbaz bike.

Dr. Mizûrî got ku "Biryara hatî dan biryareke 100% siyasî ye û ti peywendîyek ne bi qanûn û ne bi destûrê ve heye."

Mizûrî derbarê derketina biryarê ji alîyê dadgeha federal de got "Biryara dadgehê ya roja Sêşemê tê hejmartin yek ji metirsîdartirîn biryar di çarçova karê vê desthilatê û di mêjûya vê desthilata yasayî de. "

Mizûrî da zanîn ku pirsgirêka herî mezin ewe kesê yan jî ti desthilatên li Îraqê ew mafê nîne tanê li biryarê bide wê red bike tyan jî bide dadgeha temîzê, jiber ku ew bilindtirîn desthilata yasayî ye li welat.

Derbarê bandora biryarê li ser rewşa aboriya herêma Kurdistanê, Dr. Waadî Mizûrî got "Ev biryara dadgeha bilind dê karesatek (felaketek) be ji alîyê aborî de bo herêma Kurdistanê."

Hevpeyvîn li gel Dr. Waadî Mizûrî, Şêwirmendê Qanûnî yê Serokatiya Parlemena Herêma Kurdistanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG