Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pasdaran Bingehên Partîyên Kurdên Îranê li Herêma Kurdistanê Topbaran Dike


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Hêzên Pasdaran yên rejîma Îranê bi dronan îro Çarşemê êrîş birin ser bingehên partîyan Kurdên Îranê li nav axa Herêma Kurdistana Îraqê.

Di encama kempeyna nû ya topbaranê de heft kes hatine kuştin bi kêmî 28 kesên din birîndar bûne, li gor Wezareta Saxlemiya Herêma Kurdistanê.

Soran Nûrî, endamê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê, got ku Îranê bingehek roja Çarşemê li bajarê Koya yê Kurdistana Îraqê kiriye armanc.

Ajansa IRNA ya rejîma Îranê jî ragihand ku hêzên bejayî yên Pasdaran çend xalên partîyên Kurdan li Kurdistana Îraqê bi dronên xwekuj û mûşekên zîrek kirine armanc.

Li gor dezgehên ragihandinê yên xwecihî, êrîşên Îranê ji bilî Koya herwiha li deverên Zirgwêz û Pirdê pêk hatine.

Partîyên ku bingehên wan hatine topbarankirin jî ev in: Partîya Demokrata Kurdistrana Îranê, Komela Zehmetkêşanên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşanên Kurdistanê û Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK).

Di encama kuştina keça Kurd Jîna Amînî ser destê polîsê exlaqî yê Îranê de, xwepêşandan li seranserê bajarên Kurdan û deverên din yên Îranê dijî hikûmeta Îranê derketine. Îran jî partîyên Kurdan bi tevdana rewşa ewlekarîyê tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG