BEYRUT - Ajnsa AFP li gor Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) radigihîne ku DAIŞê êrîşî "cebilxaneya leşkerî" kirîye li devera Tedmor (Palmîra) li rojhilatê parêzgeha Humsê 3 çekdarên alîgirên rejîmê hatin kuştin û 8 kesên din birîndar bûn, rewşa hinek birîndaran giran e.
SOHR anî ziman ku êrîş "di demekê de ye ku operasyonên DAIŞê li dijî hêzên rejîmê li biyabana Sûriyê" Ya ku bi navê Badiyah tê naskirin zêde bûne.
Tevî ku rêxistina tundrê bingeha xwe ya herî dawî di sala 2019ê de ji dest dabû, lê niha ji herêmên biyabanî û çolên dûr êrîşan pêktîne.
Koma cîhadî, ku di destpêka vê mehê (Tebaxa 2023)ê de rêberekê nû ragihand, bi hejmarek êrîşên kujer bo ser leşker û çekdarên alîgirên hikûmetê di hefteyên dawî de hate tawanbar kirin.
Roja Pêncşemê, 33 leşkerên Sûrî hatin kuştin dema ku DAIŞê otobusa wan li biyabana nêzîkî Meyadîn, li parêzgeha Dêrezorê xist kemînê, wek SOHR dibêje ew êrîşa herî mezin bû ku dijî hêzên hikûmetê di vê salê de pêkanî.
Çavdêriya Sûrî çend roj berê ragihand ku, 10 alîgirên rejîma Sûrî di êrîşeke DAIŞê de li parêzgeha Reqa, bingehea berê ya cîhadiyan li Sûriyê, hatbûn kuştin.
Di vê mehê de jî, cîhadiyan êrîşî karwaneke tankerên petrolê kirin ku ji aliyê artêşê ve dihat parastin li biyabana Sûriyê, û heft kes di nav wan de du sivîl kuştin û agir bi tankeran xist bû.
Di 3ê Tebaxê de, DAIŞê mirina rêberê xwe ragihand û rêberê pêncan yê bi navê Ebu Hefs el Haşimî el Qurayşî destnîşan kir.
Çavdêriyê got ku zêdebûna êrîşên DAIŞê hewildaneke ku nîşan bide ew "hîn çalak û bi hêz e tevî armanc girtina rêberên wê".
Şerê Sûriyê di sala 2011an de destpêkir dema ku hikûmetê bi şîdet û tundiyê xwepêşandanên aştiyane yên alîgirên demokrasiyê tepeser kirin.
Şerê li wî welatî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 500,000 kesan û derbiderbûna nîvê nifûsa welêt ya berî şer, û bi mîlyonan jî bûne penaber li welatên cîran û welatên din.
Jêder: AFP/SOHR