Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku ew li Jenîn ya Kenera Rojava operasyona dijî terorê dimeşîne ku li herêmê êrîşeke esmanî jî pêk anîye.
Karbidestên Filîstînî dîyar dikin ku di êrîşan de 5 kes hatine kuştin.
Li gor ragihandina artêşê, leşkerên Îsraîlî ‘’dora avahîyekê ku terorîstan lê barîkat çêkirine’’ girtine û êrîşeke esmanî birine ser ‘’çend terorîstên bi çek’’ yên li herêmê.
Wezareta Saxlemî ya Filstînîyan dîyar kir ku 5 kes hatine kuştin, lê zêdetir hûrgilî neda.
Ev pevçûnên li Jenîn ya ku wek keleha çekdaran tê zanîn, rojek piştî ku komeke çavdêran ya dijî cîwarkirinan da zanîn ku hikûmeta Îsraîlê plan dike ku li herêmê bi qasî 5,300 malan ava bike, çêbûn.
Plana ku ji alîyê Peace Now ve hat eşkere kirin wek parçeyeke saxlemkirina stratejîya Îsraîlê ya li Kenara Rojava tê dîtin.
Filîstînî dixwazin ku li Kenara Rojava, Orşelîma Rojhilata û Gaza, ku Îsraîlê sala 1967’an bi dest xwe xistibûn, dewleteke serbixwe ava bikin.
Girjîya li Kenara Rojava piştî ku çekdarên bi pêşengîya Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser başûrê Îsraîlê û li gor agahîyên wê dewletê bi qasî 1200 kes kuştin û pirtir ji 200 kes dîl girtin û şerê li Gaza sor kir, jinûve gur bû.
Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di şer de heta niha pirtir ji 38,000 Filîstînî hatine kuştin.
Ew wezaret eşkere nake ji wan kuştîyan çend çekdar in û çend sîvîl in, lê tê zanîn ku bi hezaran jin û zarokên kuştî di nav wê hejmarê de ne.
Wisa xuya dike ku danûstandinên agirbestê yên çend hefteyan sekinîbûn jinûve geş dibin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Pêncşemê dîyar kir ku piştî ku Hamasê ser pêşnîyareke agirbestê ya Amerîka bersîv daye wî jibo hevdîtinan danûstandiner şandine.
Jibo danûstandinan Amerîka, Qatar û Misir navbeynkarîyê dikin.
Hamas dixwaze ku leşkerên Îsraîlê ji tevahîya Gaza vekişin û Netanyahu jî dibêje ku heta ku Hamas neyê pûç kirin ewê dawî li şer neyê.
Çaverê ye karbidestên Îsraîlê îro Înê li Doha ya paytexta Qatarê bi karbidestên Amerîkî, Misirî û Qatarî re bicivin.
Jêder: AP