Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê got ku hêzên Îsraîlê roja Yekşemê êrîşên asmanî li ser çeperên li parêzgeha Humsê ya Sûriyê pêk anîn, û çavkaniyên istixbaratî yên rojavayî got ku zincîre bingehên asmanî li naverasta Sûriyê ku karmendên Îranî lê ne, bi bombebaranan hatin armanckirin.
Leşkerê Îsraîlî red kir ku şîrove bike li ser vê êrîşa li Sûrîyê, ya sêyemîn ji roja Pêncşemê ve. Êrîşeke Îsraîlî li nêzîkî Şamê roja Înê du endamên Pasdarên Şoreşa Îranê hatin kuştin, medyaya fermî ya Îranê roja Yekşemê ragihand.
Serokwezîr Benjamin Netanyahu roja Yekşemê bêyî ku amaje bi ti cih û êrîşan bike, got ku Îsraîl li derveyî sînorên xwe "bihayekî giran li ser rejîmên piştgirên terorîstan disepîne". Wî ev yek di axaftinên televîzyonê de ji bo kabîneya xwe anî ziman.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de li ser medyaya dewletê ragihand ku Îsraîlê demjimêr 00:35ê sibehê ji aliyê bakurê rojavayê Beyrûtê ve êrîşeke esmanî li hin navendên bajarê Humsê û gundewarê wê roja yekşemê pêk anî.
Çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ji medyaya dewletê re ragihand ku di encama êrişan de ziyanek mezin çêbûye û 5 leşker jî birîndar bûne.
Du çavkaniyên îstixbaratî yên rojavayî ku ji ber hestdariya mijarê nexwest navên xwe eşkere bikin, got ku rokêtan li baregeha asmanî ya T4 ku li rojavayê bajarê kevnar ê Tedmurê ye, û balafirgeha El Dabaa ya li nêzî bajarê El Quseyrê li nêzî sînorê Lubnanê ku Hizbullah lê ye, xistin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, hêzên leşkerî yên Îranê ligel çekdarên Hizbullaha Lubnanê li her du firokexaneyan bi cih bûne û milîsên alîgirên Îranê jî li wê devera parêzgeha Humsê hene.
Çavkaniyeke îstixbarata navçeyî her wiha got, navendeke lêkolînê ya binerd ku tê de gumana zanyariyên Îranî bi pêşxistina şiyanên mûşekî û dronan in jî di nav wan armancan de ne.
Sûriyê îdiayên rojava û Îsraîlê red dike ku Îran, ku berpirsên leşkerî yên wê gelek caran serdana Sûriyê dikin, hebûna leşkerî ya berfireh li wî welatî heye. Ew dibêje ku hevkarîya serbazî û bernameyên çekan bi Îranê re beşeke ji pêwendiyeke stratejîk a bi deh salan e ku li hember gefên demdirêj ên Îsraîlê bisekinin.
Îran dibêje efserên wê li ser vexwendina Şamê di rola şêwirmendiyê de li Sûriyê kar dikin. Bi dehan endamên Pasdarên Şoreşê di nav de efserên pilebilind li Sûriyê di şerê navxweyî yê 12 salan de li wir hatin kuştin.
Îsraîl bi salan e êrîşan li dijî tiştên ku wê weke armancên girêdayî Îranê li Sûriyê binav dike, pêk tîne, ku bandora Tehranê ji dema ku dest bi piştgirîkirina serok Beşar el-Esed di şer de kir, zêde bûye.
Îsraîl di sala dawî de êrîşên xwe li ser firokexane û bingehên asmanî yên Sûrî zêde kirine ji bo astengkirina tiştê ku ew dibêje bikaranîna Îranê ji xetên dabînkirina asmanî bo gihandina çekan bo milîsan e.
Çavkaniyên istixbaratî yên rojavayî got ku Îran bi awayekî zêde çend firokexaneyên sivîl bikar tîne ji bo gihandina zêdetir çekan, û sûdê ji trafîka asmanî ya giran werdigire dema ku firokeyên barhilgir alîkariyên hawarçûnê yên piştî erdheja kujer a Sibatê digihînin.
Çavkanî: Reuters