Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Êrîşên Îsraîlê De Behtir Filistînî Bêwar Dibin


Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê roja Yekşemê hişyarî da ku li Xan Yûnis, bajarê başûrê Gazayê ku niha di navenda êrîşa Îsraîlê de ye, navendên tenduristiyê di bin metirsiya hilweşînê de ne.

Rûniştvanan got ku firok û tankên Îsraîlî herwiha deverên li bajarê Gazayê li bakur topbaran kirin, ku Îsraîl hêdî hêdî hêzên xwe ji wir derdixe. Dengê şer li bajarokên Beyt Lahiya û Jabalia yên nêzîkî bajarê Gazayê tê bihîstin.

Artêşa Îsraîlî got ku ew li Xan Yûnis di "şerên dijwar" de bûn, û leşkeran "terorîst jinav birin û hejmareka mezin a çekan dît".

Baskê çekdar ê Hamasê û Cîhada Îslamî got ku şeva din şer û pevçûn bi leşkerên Îsraîlê re li gelek deveran li seranserê Gazayê qewimîn. Baskê çekdar ê Hamasê ragihand ku şervanên wan du tankên Îsraîlê li Xan Yûnisê jikar xistin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê Eşref El-Qidra ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 165 Filistînî hatine kuştin û 290 Filistînî jî birîndar bûne û hejmara kuştiyan ji destpêka şer ve gihîştiye 26,422 kesan.

Berpirsên herêma di bin kontrola Hamasê de di hejmartina xwe de cudahiyê naxin navbera mîlîtan û sivîlan.

Karbidestên tenduristiyê got ku êrîşek li malekê li taxeke bajarê Gazayê 8 kes mirin.

Îsraîl di vî şerî de dibêje armanca wê tunekirina Hemasê ye, piştî êrîşa çekdaran a bêmînak li ser Îsraîlê, ku tê de 1,200 kes hatin kuştin û 240 kes hatin revandin, li gorî karbidestên Îsraîlî.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG