Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îsraîlî Li Ser Gundekî Libnanî Çar Sivîlan Dikujin


Jêderên berevaniya sivîl û ewlekarî got ku êrîşeke asmanî ya Îsraîlê roja Yekşemê çar endamên malbatekê li gundekî sînorî li başûrê Lubnanê kuştin.

Çar li Meys el Cebel hatin kuştin, ku zirareke mezin dît di encama pevçûnên navbera Îsraîl û koma Hizbullah a ku Îran piştgirîya wê dike de ji destpêka şerê li Gazayê di Cotmeha borî de.

Di daxuyaniyekê de, Hizbullah got ku wê wek bersiv "bi dehan" roketên Katyusha avêtin bajarokê Kiryat Shmona yê Îsraîlî li nêzîkî sînorê Libnanê.

Êrîşên esmanî û topbaranan carcaran pêk tên lê herdu alî ji şerê tevayî paşde vekişiyane.

Ji meha Cotmehê ve zêdetirî 250 endamên Hizbullahê û 75 sivîl di êrîşên Îsraîlê de li ser Lubnanê hatine kuştin, çavkaniyên ewlehiyê li wir dibêjin. Çavkaniyên Îsraîlî dibêjin, li Îsraîlê, mûşekên ku ji Lubnanê tên avêtin, derdora deh leşker û gelek sivîl kuştine.

Çekdarên Hamasê ji Kerta Gazayê êrîşek di 7ê Cotmehê bir ser Îsraîlê û li gorî daneyên Îsraîlê 1200 kes hatibûn kuştin û 252 kes dîl hatibûn girtin. Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Gazaye, di erîşên Îsraîlê de 34,600 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 77,000 birîndar bûne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG