Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Hejmara Xwe ya Herî Bilind a Rojane ya Korona Tomar Dike


Li Îtalya îro Şemiyê hejmara herî bilind a keysên korona hate tomarkirin ji dema belavbûna vayrusê ve di roja 21ê meha Şubatê de li welêt.

Di serwextkirina xwe ya rojane de, ajansa parastina sivîl a Îtalya got hejmara xelkê ku bi vayrusa korona ketine di 24 demjimêrên borî de 1,247 kes in.

Bi vê hejmara nû re, nexweşên korona li Îtalya dibin 5,883 kes. 36 kesên din mirin û hejmara miriyên nexweşiyê bûye 233 kes.

Serokê xizmetên tenduristî yên welêt Silvio Brusaferro bang li xelkê kir ku pêgir bin bi pîvanan û pêwendiyan sînordar bikin wek takeriya vehewandina vayrusê.

XS
SM
MD
LG