Di destpêka Komara Tirkîyê de heta demeke dirêj jî li her derên sazîyên dewletê lewheyên “Tirkî Bipeyîve Pir Bipeyîve” dihatin daliqandin.
Jiber vê polîtîkaya dewletê gelek Kurdên ku Tirkî nizanibûn êş kişandin.
Ji van kesan yek jî Nivîskar Kadîr Daghan e ku di sala 1953’an de li bajarê Semsûrê li gundê Nalêgewrê ji dayîk bûye.
Ew di zarokatîya xwe de Daghan li gel malbata xwe koçî Semsûrê dike û li vê derê Dibistana Razanê de qisma serate û navendî xilas dike.
Daghan, ew dem, ji ber ku Tirkî nizane Kurdî diaxife, lê ji alîyê mamosteyê xwe ve lêdanek dixwe û guhekî wî ker dibe.
“Gava em hatin bajarê Semsûrê min dinyayeke cûda dît. Me her gav li mal Kurdî xeber dida, lê li vê derê em rastî zimanekî din hatin, zimanê Tirkî. Di dibistanê de her gav sirûda Tirkan ya netewperes Sonda Me didan xwendin. Lê min jî jê hîç tiştek fem nedikir û nikaribûm bixwînim. Li ber vê nezanîyê jî mamostayê min Kurdî ji min re qedexe kir û li guhê min de. Ewe dem ev deme guhekî min nabîhîze.”
Kadîr Daghan ev bûyera ku tê serê wî demeke dirê ji hîç kesekê re nabêje û her ku diçe ji mektebê jî sar dibe. Lê di dilê wî de eşqa xwendinê hîç sar nabe. Ew gava dibistana serate û navêndî xilas dike, yekser li bajarê Mêrdînê li navçeya Nisêbînê dest bi karmendîya saxlemîyê dike û 4 sal vî karî didomîne. Du re jî li Enqerê Zankoya Hacettepe Beşa Endezyarîya Xurek qezenç û vê derê xilas dike.
Di 10’ê Cotmehê 2015’an de li Enqerê qada Garê de di teqîneke de ser 100 kesî mirov hatin kuştin. Kadîr Daghan ew dem li vê mîtîngê de bû û di vê teqînê de bi birînên biçûk ji mirinê rizgar dibe. Demeke dirêj di bin travmaya vê teqînê de dimîne û paşê jî ser vê komkujîyê pirtûkan dinivîse. Ew wê demê wiha vedibêje:
“Demeke dirêje ku ez li Enqerê dijim. Di jîyana min de gelek tişt pêk hatin, lê komkujîya Garê birastî hîç ji ber çevê min naçe. Bi çirkeyan ana ez zindîme. Gava ew teqîn çêbû ez yekser ketim erdê. Ango çend çirke derengba ez jî ji wan mirîyan yek kes bama. Li ber vî jî pirtûkên min bêtir behsa vê komkujîyê dike.”
Kadîr Daghan heta niha 4 pîrtûk nivîsîye; Jîyana Zelal, Qîrîna Bê Nasname, Mirina Ji Dayikbûnê, Ez Jî Nizanim.
Nivîskar Daghan ev hemû pirtûk jî Tirkî nivîsîye. Ji bo ku nikare Kurdî binîvîse xemgînîy xwe jî wiha tîne ziman:
“Qehra mina ya herî mezin ev e. Zimanê min her tiştê mine, guhekî min li ber zimanê min ana nabîhîze, lê mixabîn ez ana nizanim ku bi Kurdî binivîsim. Ev yek ji bo min der û kulek e. Gava kesek bi zimanê xwe nenivîse ew mirîye, ez jî ana mirî me.”