Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Ewlekariya Kampa Holê Çi Ye?


Arşîv: Operasyona Hêzên Ewlekariya Bakurê Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê
Arşîv: Operasyona Hêzên Ewlekariya Bakurê Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê

Ji destpêka vê salê ve rewşa ewlehiyê li kampa Holê roj bi roj têk diçe. Tevî operasiyonên ku di meha sibata vê salê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên Antî Terorr ve li nava kampê pêkahtbû, lê ewlehîya kampê tenê du mehan dirêjkir, berîya ku careke din rêjeya kuştinê meh bi mhe bilindtir bibe.

Li gorî raportan piraniya kesên ku têne kûştin Îraqî ne û di nava wan de Zarok û jin jî hene.

Rûniştevanên kampa Holê diyar dikin ku rewş pir metirsîdare bi awayekî rojane mirovek rastî derbeya kuştinê tê.

Operasyona Hêzên Ewlekariya Bakurê Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê
Operasyona Hêzên Ewlekariya Bakurê Rojhilatê Sûriyê li Kampa Holê

Diya Ebdullah, koçbereka Îraqî li Kampa Holê ku nexwest serûçavên wê li hember kamîyarê derkevin û naxwaze baş bê naskirin, da ku ji êrîşê û gefên daişê parastî be, got Dengê Amerîka, ''Bi sedema kuştinê her ku diçe rewş xiraptir dibe, heke me vegerîn in Îraqê û di kampekê de bijîn dê rewş ji vê kampê baştir be''.

Di encama operasyonên Hêzên Ewlekariyê yên di meha Adarê de hatin bi dawî kirin, 125 endamên şaneyên Daiş ê li kampê hatin girtin.

Li gorî raportên hêzên ewlekariyê piraniya endamên Daişê yên girtî li xwe mikur hatine ku ew ji wan bûyerên kuştinê û qewimînên di kampê de berpirsin.

Rakan Mihemed yek ji derbiderên kampa Holê ye ew dibêje, kuştina ku di kampê de pêk tê girêdayî şaneyên Daiş e ku di hundirê kampê de çalak bûne. Ew dibêje, '' dinava kampê de nebaşe rojane kes tên serjêkirin." Weke koçberê Îraqî Rakan Mihemed dibêje.

Piraniya bûyerên kuştinê bi şev dibin, êrîşên kuştinê bi karanîna kêran û çekên bêdeng pêk tên.

Li gorî agahîyên ji malbatên nava kampê de hatine standin, tê gotin ku bi şev pirranîya kampê jêr kontirloa Daişê daye, û kuştinê dikin, ''Em bawernakin ku li me dibe sibeh em nizanin bê kî derbasî konê me dibe.'' Weke Ebû Ahmed, koçberê Îraqî yê rûniştvanê kampa Holê ye dibêje.

Kampa Holê, ji 6 beşan pêktê, ku sûrî û Îraqî li 4 beşan hatine dabeşkirin, û hejmara wan nêzîkî 50 hezar mirov in, du beşên din yên malbatên biyanîyan e, ku ew ji beşên din yê kampê veqetandî ye. Pirranîya kuştinê li beşê Îraqîyan çê dibin.

Li gor rapora Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhhilatê Sûriyê ji destpêka vê Salê de 2021 zêdetirî 47 kes ji rûnştevanên kampa Holê hatine kuştin.

Li gorî çavdêran bi hêzbûna şaneyên Daiş ê li herêmên bakurê rojhilatê Hesekê bandorê li ser bihêzkirna wan di nava kampa Holê de dikin.

Şopîner bawer dikin ku têkilîya şaneyên Daişê li nava kampê bi yên dervayî kampê re hene, û tenê du meh piştî oprasyonên berfireh ji alîyê hêzên ewlekarîyê de dijî Daişîyên nava kampê de têra Daişê kir ku careke din xwe aktîv bike û êrîşan pêkbîne.

Rewşa Ewlehiyê li Kampa Holê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

Mijarên Din Yên Girêdayî Vê Pirsê

Pirsa Vegera Îraqîyên Li Kampa Holê Bo Welatê Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG