Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mansûr Yavaş: Ji Bo Alîkariya Karkerên Demsalî Em Amade Ne


Serokê Şaredarîya Bajarêmezin ya Enqerê Mansûr Yavaş
Serokê Şaredarîya Bajarêmezin ya Enqerê Mansûr Yavaş

Serokê Şaredarîya Bajarêmezin ya Enqerê Mansûr Yavaş ragihand ku ji bo karmendên demsalî her çi pêwîste ew amadene ku pirsgirêkên wan çareser bikin.

Li tevahîya Tirîyê ser 400 hezarî karmendên demsalî li bajarên xwe koç dikin û Anatolîya Navîn di serî de tên bajarên rojavayê Tirkiyê û li vê derê kar dikin.

Di nav Anatolîya Navîn de bajarê Enqerê jibo karmendên demsalî devereke zêde girînge.

Heta niha di warê fermîde li ser van karmendên demsalî statîstîkeke fermî nehatîye çêkirin, lê li gorî hin zeman tê ragihandin ku bes li dewrûberê Enqerê zêdetir ji 50 hezarî karmendên demsalî tên û diçin.

Karmendên demsalî li Enqerê
Karmendên demsalî li Enqerê

Kêşa karmendên demsalî ya herî girîng av, daşîr, saxlemî, cîyê wardanînê, li ber baran û bahozê firîna çadiran û her wekî din in.

Li ser van kêşeyan Serokê Şaredarîya Bajarêmezin ya Enqerê Mansûr Yavaş pirsa Dengê Amerîkayê bersîvand. Yavaş ragihand ku Şaredarîya Bajarêmezin ya Enqerê amadeye ku ji bo karmendê demsalî her cûre xizmetî bike.

Yavaş li ser kêşeyên karmendên demsalî jî rawestiya û wiha got "Pirê karmendên demsalî di meha havînê de tên dewrûberê Enqerê. Çend cara bahoz çêbûbû û gelek çadirê wan hatibû firkandin. Em wek Şaredarîya Bajarêmezin ya Enqerê yekser çûn ew deran. Li wê derê çi pêwîst dike me hevkarîya wan kir. Pêwîstîya wan bi daşîrê hebû me daşîrê seyar çekir, bi tankêran av bir, çadirên ku bayê firkandibû alîkarî da wan."

Karmendên demsalî li Enqerê
Karmendên demsalî li Enqerê

Yavaş, balê dikşîne ser niştecîbûna karmendên demsalî û amaje dike ku her sal cîyê wan digore û dîsa her sal heman kes nayên, ji ber vê jî alîkarî di dayînê de hin kêşe çêdibin. Yavaş li ser xwendina zarokên karmendên demsalî jî rawestîya û wih got "Em naxwazin ev zarok ji perwerdehê dur bikevin. Ji bo vî pêwîste ku ew li cîyên ku tên bernameya perwerdehê li gorî van zarokan bê duristkirin. Em dizanin ku pirê wan ji Mêrdînê tên. Nimûne dema vedigerin Mêrdînê li vê derê lazime ku bernameya perwerdehê li gorî van zaroka bê sazkirin. Lê mixabîn ev derî erka me ye. Di rojên borî ez çûm cem wan û mi bi war re qise kir, daxwazên wan guhdar kir."

Yavaş, radigîhîne ku heta niha ewan çi daxwaz kirîye heya ji destê wan hatîye alîkarî dane wan, dê ji vir û şundatir jî jibo her cûre alîkarîyê jî amadekarî dê hebin.

Raporta Enqerê 07 11 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG