Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê CHP’ê Tanrikulu: Pirsgirêka Kurd Divê li Parlamentoyê Bê Çareserkirin


Parlamenterê Stenbolê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu dibêje ku “divê pirsgirêka Kurd di parlamentoyê bê çareser kirin. Jibo wê jî, lazim e ku li parlamentoyê komîsyona lihevkirinê ya destûra bingehîn bê avakirin."

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, Sezgîn Tanrikulu destnîşan kir ku CHP’ê di bernameya xwe de jibo çareserîya pirsgirêka Kurd sê xalan dîyar kirine.

Parlamenetrê CHP’ê derbarê Sûrîyê'de jî got "Em ji berê heta îro li hember neheqîyên Sûrîyê sekinîne. Lê, ev alozî ne bi mudaxaleya welatên din, lê, divê bi hevrûniştin û lihevkirina hêzên Sûrî çareser bibe."

Sezgîn Tanrikulu jibo Serokwezîrê Tirkîyê got "Birêz Erdogan hem di sîyaseta navxwe de, hem jî di sîyaseta derve ya Tirkîyê da zimanek û sîyaseteke tund birêve dibe."

XS
SM
MD
LG