Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Tirk û Pirsgirêka Kurdan


Rojnamevan Cengîz Çandar jibo Dengê Amerîka got Tirkiye di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de ji cîhê xwe nalivie. Nivîskarê Rojnameya Radikalê Çandar destnîşan kir ku tevî gelek tiştan, pêşveçûnên Surîyê , bandora xwe li ser pirsgirêka Kurd jî dixe. Cengîz Çandar got êdî ev pirsgirêk kete nav çarçoveyek berfireh ya sîyasî ku dikare li tevekî herêmê tesîr çêbike.

Rojnamevan Alî Bayramoglu jî jibo Dengê Amerîka got “ di pirsgirêka Kurd de Tirkiye di pengaveke kritik de derbas dibe. Polîtîkayên AKP û zimanê dewletê neha ne zimanê diyaogê ye. Bi vê polîtîkayê dixwazin ku hêza tevgera kurd kêm bikin. Nivîskarê Rojnameya Yenî Şafak'ê Ali Bayramoglu destnîşan kir ku tevgera siyasî ya Kurdan jî li ser vê polîtîqaya dewletê ziman û sîyaseta xwe ava dike.

Nivîsakrê rojanameya Taraf'ê Mithat Sancar destnîşan kir ku bi hikumet bi politiqayên xwe yên dawî him dixwaze PKK biqedîne him jî hêza tevgera syasi ya kurdan kêm bike. Mithat Sincar da zanîn ku rewşa pirsgirêka Kurd pir zêde bi pêşveçûnên li suriye ve girêdaye û him dewlet him PKK, xwe li gor rewşa Surîyê keys dikin û gavên xwe li gor pêşveçûnên li Surîyê davêjin.

Jibo guhdarî kirina raporta Peyamnihêra Dengê Amerîka li Amedê Xecîcan Farqîn, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG