Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Pengav Krîtîk e, Dibe ku Provakasyon Çêbin


Ahmet Davutoglu
Ahmet Davutoglu

Roja Şemîyê li navçeya Hatayê, Reyhanlîyê du teqînên mezin pêk hatin.

Li gorî agahîyên dawî yên fermî, di encama teqînan de 43 kes mirin, 30 kes giran, 100'î zêdetir jî birîndar hene.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay da zanîn têkilîya êrîşkaran bi rêxistina El Muxaberata Sûrî re heye û got " Tu eleqa penaber û opozîsyona Sûrî bi van teqîna nîne."

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan piştî teqînê bal da ser provaksyonên li dijî Pengava Çareserîyê û got "Em di pengavek hesas de derbas dibin. Hinek hêz dibe ku ji bayê azadîyê ya ku li welatê me bilind bûye, acis bibin. Lazime ku di vê pengavê de kes hesas tevbigere."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jî balê da ser pengava hesas û got "Em di pengavek krîtîk de derbas dibin. Dibe ku provakasyon û tahrik çêbin. Divê herkes hişyar be. Ew rexên ku dixwazin hizur û aramîya Tirkiyê xera bikin, dibe ku mesela Sûrî û gelek tiştên dinê bikin mijara istismarê."

Hêjayî gotinê ye ku Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û Serdozgerîya Komarê ya Reyhanlîyê, ji nîvê şevê şûnda, di derbarê teqînê de qedexe anîn ser weşanê ( pexşê).

XS
SM
MD
LG