Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîranîna Şeş Saliya Komkujiya Êzidiyan li Gundê Koço


Roja 3î meha Tebaxa 2014an çekdarên Dewleta Îslamê "DAIŞ"ê êrîşek berfireh birbû ser civaka Êzidî û kemaniyên olî û etnîkî li herêma deşta Mûsil û Şengalê û gundên dewrûber.

Di êrîşê de hezaran jin, zarok û zilamên Êzidî ji aliyê çekdaran ve hatbûn revandin û kuştin, li gur serhejmarên nîf fermî zêdetirî 6 hezar jin û zarok û zilam hatbûn revandin, ji yên revandî nêzî nîva wan hatin rizgar kirin, lê hêjî bi hezaran keç û jin û zilamên Êzidî hindane û çarenivîsa wan nediyare, her çende piraniya herêmên di dest DAIŞê de hatine rizgarkirin li Îraq û Sûriyê û bi şêwekî ber biçav DAIŞ hatîye têkbirin, lê dîsan kes û karên qurbaniyan bi hêvîne ku yên di dest DAIŞê de bihên dîtin û rizgar kirin.

Ji komkujiyên DAIŞê li herêma Şengalê û yên sala 2014ê, roja 15ê Tebaxê dor gihabû gundê Koço, çekdarên DAIŞê sedan jin, zilam û zarokên gund Koço revandin.

Zilam her zû veder kirin û li ciyên cûda ew gulebaran kirin û di gurên komî da binax kirin, lê zarok, keç û jin ligel xwe birin, li bîranîna 6 saliya komkujiya gundê Koço hêjî çîrokên bi êş yên malbatên êzidî bidawî nehatine, sedan kes ji zarok jin û pîrên gundê Koço di hindane û tiştek jê nayê zanîn.

Xanima Êzidî Nadia Murad, hilgira xelata Nobel ya Aşiyê yek ji qurbaniyên gundê Koço ye, ew û tevî malbata wê ketbûn di nav destên DAIŞê da, lê şûbda ew hat rizgar kirin û bû sedem ku bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser derdê civaka Êzidî û bi taybet gundê Koço.

Dengê Amerîka, pişka Kurdî hersa li bîranîna komkujiya Koço giringiyê dide vê bûyerê û Êzidiyên ku derdên mezin ji êrîşên DAIŞê yên ser civaka Êzidî kişandine behsa serpêhatî û derdê xwe dikin.

Herwiha Dengê Amerîka heta niha çendîn belge filim û bernamên taybet derbarê komkujiya gundê Koço û civaka Êzidî Çêkirine.

Xanim Şirîn Cerdo Alhênto ku yek ji keçên Êzidî yên rizgarbûyî ji destê DAIŞê ye, û niha li Amerîka li eyaleta Nebraska dijî, li bîranîna 5an tevlî bernama Hello Washiongton bibû.

Xanim Şirîn wî çaxî got"Piştî 5 salan ji komkujiyê xema me ya herî giran ewe ku kes û karên me hêjî di nava destên DAIŞê de ne û nehatine rizgar kirin".

Şirîn herwiha dibêje"tenê ji malbata min 15 kes hindane". Daybab, xûşk û bira û pismamên Şirînê çarenivîsa wan ne xûyaye û ew nizane kanê hatine kuştin yan jî di jiyanê de mane.

Serokê Yazda Heyder Elya Behsa Qirkirina Gundê Koço Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:50 0:00

Herwiha li bîranîna 6ê di hevpeyvîna ku Dexîlî Şemo ligel berêz Heyder Elias serokê rêxistina YAZDA li Houston encam dayî wî agahîyên girîng derbarê pirsa kanê çima DAIŞê piştî 12 rojan ji girtina Şengalê êrîşî Koço kirin û ew buyer çawa qewimî û DAIŞ'ê bi wê qirkirinê dixwest çi peyamê bide bîragiştî?

Elias dide zanîn ku piştî 5 rojan ji girtina Şengalê DAIŞê 7 roj weke mohlet dabûn rûniştvanên Koço ku bibin misilman, 15 Tebaxê mohleta DAIŞê xilas bû û Êzidiyên Koço nebûn misilman û rûniştvanên gundê Hatem reviyan, wan jî zêerevaniyek tund danî ser gundê Koço nehiştin kesek bireve û 15 mehê hemû girtin, kuştin û revandin, mesel ev bû, Heyder Eliyas dibêje.

Hilgira Xelata Nobel Nadiya Murad ji Koço Ye

Bizavkara mafên Êzîdîyan Nadia Murad Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt. Komîteya Nobelê ya Norwêcî ragihand ku Murad jibo xebatên xwe yên qedandina tundîya seksî, hat xelat kirin.

Doktorê Kongoyî Denis Mukwege jî, ku alîkarîya qurbanîyên tundîya seksî dike, bi Murad re hêjayî wê xelatê hate dîtin.

“Nadia Murad dîdevanek e ku dijî tundî û tûjîyên dijî xwe û dijî yên din têkoşînê dide. Xebatên wê bûn alîkar ku tundîya seksî ya dema şeran pirtir li pêş çavan bin, da ku berpirsên wan reftarên xirab hesabê wan zêdegavîya bidin,” Komîteya Nobelê ya Norwêcî got.

Murad, di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.

Dayika Murad û 6 birayên wê, bi Êzîdîyên din re ku nexwestibûn bi dara zorê bibin Misilman, ji alîyê endamên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.

Niha nêzîkî 300 kes ji zarok, jin û bermayên qetlîama Koço li kampa koçberên Êzidî ya Qaidiya dijîn li nêzîk bajarê Duhok, hin jin û zaro ji destên DAIê hatine rizgar kirin lê piranîya qurbaniyên gundê Koço heta niha çarenivîsa wan nediyare.

XS
SM
MD
LG