Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Kurd li Sînora Rojava Piştigirîya Kobanê Dike


Piştî êrîşên DAÎŞ’ê li ser bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê zêde bûn, hem hikûmeta Kantona Kobanê hem jî YPG banga seferberîyê kir.

Li bajarên Kurdan jî jibo êrîşên DAÎŞ’ê protesto bikin li ser sînorê Bîrecîk û Sirûc’a Ruha’yê, ku li ser sînorê Kobanê ne, konên piştigirîyê hatin vekirin.

Her roj bi sedan Kurd serdana konan dikin û êrîşên ser gelê Rojava şermezar dikin.

Li gundê Aşme ya Bîrecîk’ê pênc roj berê nêzî 300 kes sînor derbaz kirin û çûn alîye Kobanê.

Edîtora Ajansa Nûçeyên Jinan JİNHA Perîhan Kaya ligel 30 rojnamevanan ji Dîyarbekirê hat û got "Rojava jibo hemî Kurdistanê hêvîyeke mezin e."

Yek ji pîrê Alevîyan ji Ocaxa Qewşanan, Pîr Îbrahîm ji jibo piştigirîya Kobanê ji Stenbolê hatibû û got "Bawerîya me emir dike ku em bi mazlûman re bin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:13 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG