Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Êrîşên Îranê Şermezar Dike


Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê îro Çarşemê êrîşên artêşa Îranê ser hinek deverên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

“Em bi tundî van êrîşên berdewam şermezar dikin ku dibin encama mirina sivîlan û em banga dawîkirina van binpêkirinan dikin,” hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de got.

“Êrîşên ser komên opozisyonê bi rîya mûşekên Komara Îslamî ya Îranê, li jêr çi behaneyê bin, helwesteke ne durist e ku têgihiştineke şaş derbarê bûyeran belav dikin,” daxuyanîyê herwiha got.

Ev bûye çend roj li du hev ku hêzên Pasdaran yên Îranê bingehên partîyên Kurdên Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê dikin armanc. Li gor raportan, asta êrîşên bi mûşekên zîrek û dronên xwekuj îro Çarşemê zêde bûye.

Li gor Wezareta Saxlemiya Herêma Kurdistanê, di encama van êrîşan de 7 kes hatine kuştin û bi kêmî 28 kes jî birîndar bûne.

Bingehên partîyên Kurdên Îranê li deverên wekî Koya, Pirdê û Zirgwêz bûne armanca êrîşên Îranê.

XS
SM
MD
LG