Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zagona Binhgehîn Doznameya Girtina HDP Dipejirîn E


Berpirsên HDPê
Berpirsên HDPê

Zagona Bingehîn doznameya ku ji bo girtina HDP’ê hatibû amadekirin îro pejirand.

Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo ku HDP bê girtin duyem car doz vekiribû. Di doznameya nû di derheqê nêzîkî 500 partîgirê HDP’ê de qedexekirina sîyasî tê xwastin. Ji bo hesabê banqê yê HDP’ê tedbîrên girtin jî tête daxwazkirin.

Li ser vê pejirandina doznameyê Desteya Rêvebirina Merkezî ya HDP'ê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîya.

Piştî civînê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li ser vê dozaê qise kir û got, "Di destê Zagona Binhehîn de firsendeke redkirina vê doznameyê hebû, piştî pejirandinê Zagona Bingehîn ev firsend revand."

Sancar, di daxûyanîya xwe de li ser rewşa vê dozê tevahî jî sekinî û daxûyakirin ku çi dibe bila bibe ewê HDP'ê nedin girtin. Ji bo vî jî wiha got "Ev doza ku hate vekirin di serî de heta dawî dozeke sîyasîye. Desthilatî û şîrîkê wî MHP’ê pêk ve xwastin ku ev doz bê vekirin. Li ser vî jî dozname hate amadekirin. Her çi dibe bila bibe emê ji bo ku HDP neyê girtin têkoşîna xwe bidominin."

Sancar bangî girseya xwe jî kir û wiha got "Li vê derê bangî gel û yên ku dil dane HDP’ê dikim, bila hîç kesek li ber vê doza girtinê dilê xwe teng neke. Me soz daye Denîz Poyraz emê vê partîyê her gav bidin jiyandin."

Doza yekemîn 17 Adarê 2021 an de ji alîyê Serdozgerê Dadgeha Bilind ve hatibû amadekirin û pêşkêşî Makezagonê hatibû kirin. Li ber hin kêmasîyan jî Makezagonê ev dozname paşta şîyandibû Dadgeha Bilind. Piştî nûkirina doznameyê Serdozgerê Dadgeha Bilind duyem car doza girtina HDP'ê radestî Makezagonê kir. 21 Hezîranê jî ev dozmame ji alîyê Dadgeha Bilind ve hate pijirandin.

Raporta Enqerê 21 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00

XS
SM
MD
LG