Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mosko Ji Bo Piştgiriya Rêkeftina Navokî Ya Îranê, Daxwaza Garantiyan Ji Amerîkayê Dike


Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov
Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov


Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Şemiyê got ku Mosko daxwaza garantiyan ji Amerîkayê dike berî ku ew piştgiriya rêkeftina navokî ya Îranê bike, piştî pêla niha ya cezayên Rojava li dijî Rûsyayê.

Lavrov got axaftinên navokî hemî mijar vehewandine û “bi nerîna me” eger Îran erê bike, ev belge dikare derbasî proseya pejirandinê bibe.

Lê wî got ku” hin kêşe vê dawiyê derketine pêş derbarê nerîna li dor berjewendiyên Rûsyayê” ji ber xemên pîvanên rêkeftinê yên girêdayî bi tevlêbûna Moskoyê di kerta sivîl ya Îranê de û firotina çekan bo Tehranê.”

Lavrov bal kişand ser”Pêla cezayên tund ku Rojava dest pê kiriye, û hîn bidawî nehatine li gor têgihiştina min.” Li dor qeyrana Ukraynayê.

Wî got ev tê wateya ku divê Mosko berê daxwaza garatiyan ji Amerîkayê bike, û vê yekî jî pêwîstî bi “bersiveke zelal” heye ku dê cezayên nû bandorê nedin ser mafên di rêkeftinê de.

Lavrov di konferanseke rojnamevanî de got:

“Me daxwaz ji hevkarên xwe yên Amerîkî kir... Garantiyên nivîskî bidin me li ser asta herî nizim ya wezareta derve ku proseya (cezayên) niha yên ji aliyê Amerîka ve dest pê kirinî, dê bi ti awayî ziyanê negihîne mafê me yê azadiya bazirganî û aborî û hevrêziya weberhînanê û teknolojiya leşkerî li gel Îranê.”

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG