Nûnera Amerîka li Netewên Yekbûyî derbarê êrîşa esmanî ya Tirkiyê ya roja Şemiyê li dij Kampa Mexmûr ya penaberan helwêstek tund nîşa da.
Balyoz Linda Thomas-Greenfield di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de got "Doh, bi zelalî min gote berpirsên Tirk her êrîşek li dij sivîlan li kampa Mexmûr ya penaberan pêkbê, dê yasaya navnetewî û ya mirovahiyê binpê bike. Ez gelek nerihetim ji binpêkirina ku li nêzî kampê pêkhatî, ez bang li hemû aliyan dikin ku rêzê li mafên penaberan bigirin."
Tê xuyakirin ku herçende Amerîka pêşwext Tirkiye li hember pêkanîna êrîşên ser kampa Mexmûr hişyar kirîye lê dîsan Tirkiyê êrî kirye û sê kes di kampê de hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Berpirsê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê li Mûsil Raşad Kelanî roja Şemiyê gotiye ajansa Reuters, di êrîşa Tirkiyê de bo ser kampa Penbaeran ya Mexmûr 3 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Serokê Tirkiyê Reccep Tayyip Erdogan berî 3 rojan gef li kampa Mexmûr xwarbûn û gotbû ewê wê kampê jinav bibin, herwiha berpirsekî Tirki yê di asta bilind de gotiye tarûmar kirina kampa Mexmûr karê wan yê pêşîne.
Tirkiye êrîşên xwe bo ser bingehên partiya Karkeên Kurdistan PKKê li bakurê Îraqê zêde kirine, di êrîan de gelek caran sivîl bûne gurbana şer û pevçûnên di anvbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirk de li herêmê, gelek gund hatine vala kirin û çandin û dermat, pez û heywanên gundiyan ziyan pêketîye.