Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrûpa Erdogan Şermezar Dike


Ewrûpa Û Tirkiye
Ewrûpa Û Tirkiye

Dîplomatê payebilind yê Yekîtiya Ewrûpa Josep Borrel roja Yekşemê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan şermear kir, jiber axiftinên wî yên derbarê serokê Fransa Emmanuel Macron da gotbûn, Josef gotinên Erdogan weke ew "nayê qebûl kirin" nirxand.

Doh Şemiyê Fransa gotbû ewê nûnerê xwe yê li Tirkiyê bang bikin, jiber axiftinên Erdogan yên derbarê serokê welat dema Erdogan gotbû Macron pêdivî ye ku tenduristiya wî ya derûnî were taqî kirin.

Josep Borrel di twîteke xwe da got "Gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên di derbarê Serok Emmanuel Macron de nayê qebûl kirin." Herwiha got "Bang li Tirkiyê bikin ku vê pêla xeternak a rûbirûbûnê rawestîne."

Erdogan Macron tawanabr kir û gotiye wî bi Îslamê re û bi Misilmanan re "pirsgirêkek" heye ji bo mafê parastinê dide nîşandana wêneyên karîkatorî yên Pêxember Mihemed, ku bibû sedema kuştina mamosteyekî dibistanê yê Fransî li hefteya borî.

Fransa û Tirkiyê li ser gelek mijaran ji wana nakokiyên mafên deryayî yên li rojhilatê Deryaya Naverast, Lîbya, Sûriye û pevçûna di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê da yên li ser Qerebaxê pirsgirêk û nakokî hene.

Bi hema şêwe Bruksel jî nakokî li gel Tirkiyê hene, bi taybet jiber lêgerînên neft û gazê li rojhilatê derya Naverast.

Destpêka Cotmehê di komcivînekê da Serokên Yekîtiya Ewrûpa siyaseta "çov û gêzer" rêbaz girtbû û ku girêbestên têkilî û bazriganî pêşnarî Tirkiyê kirbûn li hember ku Tirkiye pêgiriyê bi"niyetbaşiya cîranî û dest berdana ji yekalî ya tevgeriyanê" berde.

Lê Yekîtiya Ewrûpa dîsan Tirkiyê jibo ambargoyên aborî yên berfireh hişyar kirbû, ku Bruksel dê sizayan berfireh li dij Tirkiyê ragihîne eger ku binpêkirinên yasayî li ava Qibrisê berdewam bike.

Borrel roja Yekşemê di twîta xwe da dinvîse" "Derncamên Encûmena Ewropî pêşniyarek rastîn heye ku pêwendiya me ji nû ve dest pê bike, lê erêniya siyasî ji aliyê rayedarên Tirkîyê hewce ye" Borrell dîsan dibêje "Wekî din, Tirkiye dê hîn bêtir bihê dûrxistin."

XS
SM
MD
LG