Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nicolas Maduro Bang li Gelê Amerîka Dike


Serokê Venezuela Nicolas Maduro li Caracas ya paytext, di ser dîmenekê re bang li gelê Amerîka kir.

Maduro di banga xwe de got ku ‘’Amerîka Latin bila nebe Vîetnameke nû’’

Wî dîyar kir ku rêvebirîya Trump hewil dide ku bi hewila darbeyê wî ji desthilatê gêr bike.

Li gor gotina Maduro, ‘’çavê Amerîka li petrola Venezuela ye û şerên li Îraq û Lîbya jî vê piştrast dikin’’

Nicolas Maduro dîyar kir ku ew ‘’li alîyê rast yê dîrokê’’ ye û bang li gelê Amerîka kir ku leşkerên Amerîkî ji Venezuela dûr bigirin.

Amerîka dîyar dike ku seroktîya Maduro ne rêwa ye û li şûna wî piştgrîya hikûmeta demkî ya Juan Guaido dike.

XS
SM
MD
LG