Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Metîner Behsa Armancên Damezrandina DEMBÎR-DER'ê Dike


Mehmet Metîner, Serokê Komeleya Yekîtî û Demokrasîyê (DEMBÎR-DER)
Mehmet Metîner, Serokê Komeleya Yekîtî û Demokrasîyê (DEMBÎR-DER)

Li Tirkîyê bi pêşengîya Mehmet Metîner yê rexistineke nû ya bi navê Komeleya Yekîtî û Demokrasîyê (DEMBÎR-DER) hate damezirandin,

Mehmet Metiner yê ku parlementerê berê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye di hevpeyvîneke taybet ya bo Dengê Amerîka de bahsa sedem û armancên damezrandina DEMBÎR-DER kir.

Metîner dîyar dike ku ew dixwazin li Tirkîyê yekîtîya Kurd û Tirkan saz bikin û çand, huner û zimanê Kurdî pêş bixînin.

Ew her wiha ser pêvajoyeke nû ya çareserîyê pisgirêka Kurd jî dibêje, “Bila ti kes li bende pêvajoya çareserîyê ya berê nebe. Heke PKK bê şert û merc ji çekan dest berde, ez bawerim ku him gelê Tirk û him jî dewlet û hikûmet wê vê hewildana bi wate bibîne.”

Mehmet Metîner di hevpeyvînê ser damezirandina DEMBÎR-DER û pêyvajoya çareserîyê yan gengaz bersîva pirsên Dengê Amerîka da.

Logoya Komeleya Yekîtî û Demokrasîyê (DEMBÎR-DER)
Logoya Komeleya Yekîtî û Demokrasîyê (DEMBÎR-DER)


VOA: Birêz Metîner we komeleyeke dameziran. Hun vê komeleyê çawa pênase dikin?

M.M: “Du armancên Komeleya Yekîtî û Demokrasîyê hene. Ya yekê; em dixwazin li Tirkîyê demokrasîyê saz bikin, mafên azadîya her kesî wekhev bikin. Ya duyê jî em dixwazin yekîtîyê damezirînin, bi taybet jî yekîtîya di navbera Kurdan û Tirkan qeyîm kirin. Di be ku hin hêzan zarar gihandîye vê yekîtîyê, armanca me jî ewe ku bi projeyeke nû îtifaqa dîrokî ya di navbera Kurd û Tirkan de car din saz bikin.”

VOA: Birêz Metîner hun behsa yekîtîyê dikin, li gor we li Tirkîyê înkarkirina Kurdan gelo bi dawî bûye?

M.M: “Li Tirkîyê demeke dirêj nasnameya etnîk ya Kurdan dihat înkar kirin, lê îro ev nasnameya etnîk êdî tê pejirandin. Di dema dewleta berê de ango pêyvajoya berê de pirsgirêkên ku ser Kurdan hebûn, mixabîn dikarim bêjim ku hê jî didomin. Di hêleke de çewsandina dewletê di hêla din de jî çewsandina PKK'ê gelek kes ji cîh û warê xwe dur xist û bêtir kesan koçî bajarên mezin kirin. Ev Kurdên ku koç kirin rastî tengasîyên mezin hatin. Zarokên wan bi hêrs mezin bûn. Dewleta kevn xwedî li wan derneket. Jiber vê jî em dixwazin bi vê komeleyê destê xwe dirêjê wan bikin û alîkarîyê bidin wan.”

VOA: Başe, di armanca komeleya we de giheştina kîjan kes hene? Gelo wê nêzikbûna we ya li zimanê Kurdî çawa be?

M.M: “Girseya ku me armanc girtîye Kurd in, lê di nav komeleya me de Tirk û Kurd hene. Ji xwe em yekîtîya Kurd û Tirk ya dîrokî bi vê ferasetê dikarin damezirînin. Lê, li vê derê ez dikarim bêjim ku Kurdî zimanê dayika me ye, lê em Tirkî jî wek zimanê xwe dibînin. Hin kes li ser Tirkî Kurdî, li ser Kurdî jî Tirkî veder dikin. Em vîya bi tevahî red dikin. Di pêyvajoya nû de em dixwazin Kurdî jî wek Tirkî di asta dewletê de bikin zimanekî rewacê.”

VOA: Komeleya we bo zimanê Kurdî dikare çi hewildanan derxîne pêş û zimanê Kurdî bike nav rewacê?

M.M: “Di asta dewletê de jî êdî ev ziman di nav rewşeke rewacê de ye. Lê, pêwîstî bi firehkirina vê hawirdorê heye. Nimûne Beşa Wêjeya Kurdî hê di nav sînorên Zanîngeha Artuklû ya Mêrdînê de cîh digre, pêwîste ku em vîya berfireh bikin û li zanîngehên Stenbolê, Enqerê û li hin zanîngehên din de jî beşê wêjeya Kurdî bikaribin vekin. Pêwîste ku mamosteyên zimanê Kurdî, lêkolînerên ser dîrok, çand û wêjeya Kurd werin gehîştin. Jiber vê jî di pêyvajoya pêş me de em dixwazin ku Weqfa Yekîtî û Demokrasîyê jî damezirînin. Di projeye me ya siberojê de demezirandina zanîngeheke jî cîh digire.”

VOA: Di rojên borî de li televîzyoneke nêzî hikûmetê, di rêzfîlma Gurê Tenê (Yalnız Kurt) de ser Kurdan hin heqeret hatin kirin, hun vê yekê çawa dinirxînin?

M.M: “Rêzfîlma Gurê Tenê rêzefîlmeke girîng e, bo ku rasteqîna FETO herî baş nîşan dide. Lê, di beşa dawî de min hîç wate neda tişteke. Li Kurdistana Îraqê rêvebirîyeke birayê me heye û di vê rêzefîlmê de wek dij qanûnîne rewa tê destnîşan kirin û wek dagirker tê dîyar kirin. Bi ya min, bi awayekî dijminatî û nîjadperestî nêzîk bûne. Li vê derê zimanê nefretê heye. Ev yek jî me gelek xemgîn kir. Di komeleya me de jî hevalên Tirk dijî vê derketin. Bi ya min ev yek xizmeta yekîtîya Tirk û Kurdan nake.”

VOA: Birêz Metîner, hun nêzîkî desthilatdarîyê ne û di demê berê de hun jî baş dizanin pêvajoyeke çareserîyê hebû. Gelo, di gavên pêşîya me de dibe kû pêyvajoyeke nû were destpê kirin?


M.M: “Wek pêyvajoya çareserîyê ya berê wê ti pêyvajoyek nebe. Bi PKK û bi HDP’ê re wê ti gavek nebe. Lê, Kurdên Tirkîyê tenê ji PKK û HDP’ê pêk nayên. Li Tirkîyê mixabîn hê pirsgirêkên Kurdan bi tevahî nehatine çareserkirin. Di armanca vê komeleya me de jî bes çareserkirina van pirsgirêkan cîh digire û em wek tîmekî dixwazin wan pirsgirêkan çareser bikin. Bila kes li benda pêyvajoya berê hîç nebe. Lê, ger PKK bê şert û merc dest ji çekan berde ez bawerim ku ev hewildana bi wate wê gelê Tirk, dewlet û hikûmet jî bibîne.
Heke PKK ji çekan dest berde û bixwaze ku tenê sîyasetê bike helbet wê gelê me jî vê yekê bipejirîne. Emê jî bo aştîyeke hergavî li pişt van hewildana bisekinin. Ez bawerim ku dewlet û hikûmeta me jî wê li pişt hewildanên wiha rawestin. Na, heke bêjin werin em rûnên, qise û bazarîyê bikin wê gavê pêyvajoyeke nû pêkan nîne.”

Mehmet Metîner Kî Ye?
Mehmet Metîner bi xwe Kurdekî ji Semsûrê ye û Zanîngeha Stenbolê Beşa Wêjeyê xilas kirîye. Gava Recep Tayyîp Erdogan şaredarê Stenbolê bû Metîner şêwîrmendîya wî kir. Di navbera salên 2000-2001’an de jî Metîner, Alîkarîya Serokê Partîya Demokratîk ya Gel (HADEP) kir. Di sala 2015’an de jî wek parlementerê AKP hate hilbijartin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Mehmet Metîner Behsa Armancên Damezrandina Komeleya Yektî û Demokrasîyê Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:44 0:00
XS
SM
MD
LG