Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Microsoft Kurmancî û Soranî li Programa Wergerandinê Zêde Dike


Di warê zimanê teknolojîye de bikaranîna Kurdî piştî salên 2000an firehtir bûye.

Herî dawî kompanîya Microsoft du zaravayên Kurdî: Kurmancî û Soranî li sîstema xwe ya wergerandinê zêde kir.

Amed Çeko Jîyan, yek ji dilxwazên zimanê Kurdî ye ku di destpêka salên 2000’î vir ve jibo bikaranîna Kurdî di nav teknolojîyê de xebatan dike.

Ew di nav xebata Kurdîkirina Google û Facebookê cîh girtiye. Tevî ku ew di nava tîma wergera Kurmancî ya jibo Microsftê de cîh negirtiye jî, wan xebatan ji nêz ve dişopîne.

Jîyan bawer dike ku ev pêşketina dawî dikare derîyên nû li pêş zimanê Kurdî veke.

''Microsoft dê vî karî bidomîne, jibo ku Kurdî ketiye nav ofîsê, dê bikeve nav klavyeya Windows’ê jî. Ewê bandorê li şîrketên din jî bike. Gava ku şîrket ji Kurmancî pere bi dest xistin wê dewamîya wê yekê were, lê divê ku Kurd jî tekonoljîyê bi pêgirî bi zimanê xwe yê dayikê bi kar bînin.”

Jîyan bi berdewamî dîyar dike ku Amazon jî amadekarî dike ku makîna xwe ya wergerandinê de zimanê Kurdî zêde bike.

Hêjayî bîrxistinê ye Jîyan di sala 2005'an de di nav xebatên Kurdîkirina Lînuksê de jî cîh girtîye û herwiha bi çend hevalên xwe re 'PCKURD' jî ava kiriye.

Wî zimanên hin modelên telefona jî kirine Kurdî û di prosesa Kurdîkirina Mozîlla, Firefoksê de cîh girtîye û ew pênc sal in wek penaber li Almanya dijî.

KHF_08_23_2020_Amed Ceko Microsoft_Kurmanji
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00

XS
SM
MD
LG