Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Demkî yê Îranê Mihemed Muxber Kî Ye?


Mihemed Muxber, Serokê demkî yê Komara Îslamî ya Îranê
Mihemed Muxber, Serokê demkî yê Komara Îslamî ya Îranê

Cîgirê yêke yê Serokê Îranê Mihemed Muxber îro Duşemê wek serokê demkî yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kirin, piştî mirina serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di ketina helîkopterekê de li bakurê rojavayê wî welatî.

Muxber yê ku 68 salî ye, li gor siyasetvanên din yên Îranê heya niha bal nekişandibû. Jiber mirina Reîsî, Muxber li gor qanûna bingehîn ya Îranê wê jibo 50 rojan wek serokê demkî li ser kar bimîne, heya ku jibo serokê nû, hilbijartin werin darxistin.

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî erkdarkirina Muxber îro ragihand, di gel peyama sersaxîyê ya jiber mirina Reîsî.

Çend agahîyên serekî yên di derbarê Mihemed Muxber ku wek serokomarê demkî yê Komara Îslamî ya Îranê hatiye dîyarkirin:

Wek serokê demkî, Muxber ji îro ve, endamê konseya bi sê kesî ye, li gel serokê parlamentoyê û serokê desteya dadwerî, ku piştî mirina Reîsî, divê di nava 50 rojî de hilbijartinên nû yên serokîyê amade bikin.

Muxber di 1’ê Îlona 1955an de, li parêzgeha Xuzistana başûrê rojavayê Îranê di malbateke oldar de ji dayik bûye.

Muxber di dema şerê 1980’an yê di navbera Îran û Îraqê de, di beşê bijîşkî ya Pasdarên Şoreşa Îranê de wek karmendê leşkerî kar kirîye, li gor koma bi navê Yekîtîya dijî Îrana Navokî.

Muxber di 2021’an de bû cîgirê yekê yê serokê Îranê, dema ku Reîsî wekî serok hat hilbijartin.

Muxber endamê tîmeke karbidestên Îranî bû ku di Cotmehê de serdana Moskowê kiribûn û li hevkiribûn ku mûşekên bejayî û dronan bidin artêşa Rûsya, li gor ragihandina jêderan wê demê ji Reutersê re.

Di nav heman tîmê de 2 berpirsên paybilind yên Pasdarên Şoreşa Îranê (IRCG) û berpirsekî Civata Bilind ya Ewlehîya Netewî jî hebûn.

Muxber heya niha di gelek sazîyên cuda yên dewletê wek berpirs û karbidestê serekî gelek karên girîng kiriye, bi taybet di kompanî û weqfên xêrxwazîyê de.

Ew kompanî û weqf bi dirav û malên ku piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an hatin desteserkirin, têne fînans kirin; bi taybet yên ku berê di kontrola Şahê Îranê yan jî yên di kontrola hikûmeta wî de bûn.

Muxber berê serokê Setad bû, fona veberhênanê ya ku girêdayê rêberê olî Xamineyî ye.

Di 2010’an de, Yekîtîya Ewrupa (YE), Muxber xist nav lîsteya kes û dezgehên toleyan, jiber îdiaya tevlîbûna "çalakîyên navokî û mûşekên balîstîk". Du sal şûnda, YE Muxber ji lîsteyê derxist.

Di 2013-an de, Wezareta Xezîneyê Amerîka Setad û 37 kompanîyên ku çavdêrîya wê dikirin, xistin nav lîsteya toleyan.

Wezaretê got ku Setad hêzek serekî ye û kontrola samanên bi mîlyar dolaran dike; wek " karsazîyek di bin kontrola rasterast ya Rêberê Olî Alî Xamineyî de ku hema hema di hemû pişesazîyên aborîya Îranê de hîse wî heye, enerjî, telekomunîkasyon, û karûbarên darayî jî di nav de.

Muxber di bank û telekomunîkasyonê de jî kar kirîye. Ew di Weqfa Mustazafan de jî xebitî, sazîyek din ku proje û karsazîyên pir mezin yîn Îranê dimeşîne.

Dema li wir berpirs bû, di navbera pêşkêşkerên xizmetên têlefonên desta Turkcell û MTN ya Afrîkaya Başûr de li ser ketina nava bazara Îranê gelek nakokîyên qanûnî yên dijwar rûdabûn.

Muxber herwiha di qada hiqûqa navneteweyî xwedî doktoraya zanîstî ye. Medya Îranî destnîşan dike ku Muxber, jibo derbaskirina toleyên Rojavayî yên ser pîşesaziya petrolê di hewlên Îranê de, kesekî girîng e.

Muxber ji 2022’an ve endamê Civata Hevbîrbûnê ya Îranê ye, ku şêwirmendîya rêberê olî dike, herwiha nakokîyên di navbera parlemanto ku çavdêriya hilbijartinan dike û Civata Pardaran ku çavdêriîya hilbijartinan dike, de çareser dike.

Muxber mîna Reîsî, nêzî Rêberê Olî Alî Xamineyî tê dîtin, ku di hemû mijarên dewletê de xwedî gotina dawî ye.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG