Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Soza Piştgirîya Dem Dirêj Dide Ukraynayê


Dîmeneke ji leşkerîya NATO’yê (Arşîv)
Dîmeneke ji leşkerîya NATO’yê (Arşîv)

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg îro Pêncşemê ragihand ku welatên endam yên hevalbendîya leşkerî bo piştgirî û alîkarîya bo demeke dirêj ya ji Ukrayna re, amadekariyan dikin, "Divê em jbo demeke dirêj amade bin. Bêguman îhtîmal heye ku ev şer bi mehan û salan bidome," Stoltenberg got.

Jens Stoltenberg da zanîn ku hevalbendên NATO’yê bi taybet ser guherîna alavên kevnar yên leşkerî ji serdema Sovyetê bi sîstemên nûjentir yên gor standardên NATO’yê, amadekarîyan dikin, mijarên ku perwerdehîya pêtir pêwîst dike.

Stoltenberg ev daxuyanîya di hilcivîneke ciwanan ya li Brukselê ragihand, piştî hişyarîya Kremlînê.

Kremlînê dîyar kiribû ku şandina çekên Rojavayî ji Ukrayna ser ewlehîya parzemîna Ewrupa xmetirsiyê peyda dike û bêaramîyê provoke dike.

Berpirsê NATO’yê herwiha da zanîn ku dewletên Rojavayî wê givaştinên li ser serokê Rûsya Vladimir Putin, bidomînin da ku dawî li dagîrkirina Ukrayna bîne.

NATO dijî Rûsya bi berdewamî toleyan radigihîne û alîkarîya aborî û leşkerî dide Kîevê.

Lê, Moskow êrîşkirina xwe wek "operasyoneke leşkerî ya taybet" bi nav dike.

XS
SM
MD
LG