Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê ragihand ku ewê qet nehêle ku Îran bibe xwedî çekên navokî.
Di postekê de li ser platforma X'ê, Netanyahu got: "Heta ku ez Serokwezîrê Îsraîlê bim, Îranê dê çekên navokî bidest nexin."
Serokwezîrê Îsraîlî da zanîn ku "Rêkeftineke tevahî di navbera min û Serok Trump de derbarê vê mijarê heye."
Netanyahu herwiha got ku bi dirêjahîya 30 salan, wî li ser asta navnetewî li dijî bernameya navokî ya Îranê kempeyn kiriye.
"Eger ne ji vê kempeynê be, Îran dê ji mêj ve bibûya xwedî bombeyên atomî ji bo wêrankirina Îsraîlê," rêberê Îsraîlî got.
Daxuyanîyên Netanyahu tên piştî ku Serokê Amerîkî Donald Trump ragihand ku xalên dawî yên rêkeftina ligel Îranê hatine erêkirin.