Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarek Wîlayetên Amerîkî Biryara Mayîna li Mal a Xelkê Didin


Îro Şemiyê tê pêbînkirin ku hakimê wîlayeta New Jersey jî biryara girtina bazaran bide û daxwazê ji xelkê bike ku li malên xwe bimînin da ku belavbûna vîrusa korona kêm bikin.

Berî New Jersey, wîlayetên California, New York, Illinois û Connecticut ev birya da.

Bendên tund ên ku wîlayet li dû wîlayetê datînin, tên di demekê de ku vîrusa korona digihe radeyên bilind ên desthilata Amerîkayê.

Payvdara cîgirê serokê Amerîka Katie Miller doh Înê di daxuyaniyekê de got alîkarekî cîgirê serok Mike Pence, ku serkêşiya hewlên rawestan korona dike, bi vîrusa korona ketiye, lê ne serok Trump û ne jî Mike Pence, wan ji nêzîk ve pêwendî bi wî kesî re nekirine.

Miller got nivîsîngeha Pence bi vê yekê hate agahdarkirin û berpirs hewl didine ku nas bikin kê ji tîma cîgirê serok pêwendî bi kesê vîrus girtî re pêwendî kirine.

Navê kesê alîkar, nehate ragihandin û nivîsîngeha cîgirê serok bersiva daxwazên ronîkirina berferhiyên vê yekê neda û negot ka dê Pence bi xwe jî têsta vîrusê bike yan na.

Tê zanîn, du endamên encûmena nûnerên Amerîka roja Çarşemê tûşî vîrusê bûn.

Ta niha, bêhtirî 18,000 Amerîkî bi Vîrusa Korona ketine û 266 kes mirine.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG