Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan du sal in ku bi malbata xwe re û çar sal in ku bi parêzvanên xwe re hevdîtin çênekiriye.
Parêzerê Ocalan, Rezan Sarica ji Dengê Amerîkare got ku divê dewlet hiqûqê bi cîh bîne, lê li ser Ocalan ev hiqûq nayê bikaranîn.
“Girava Îmrali cîyekî taybet e, ji her derî hatiye îzole kirin. Em bi serê xwe nikarin ku biçin, lê jibo hevdîtinê hem em hem jî malbat serî lêdidin, ti bersîv nayê dayîn. Derfet nadin ku em bi birêz Ocalan re hevdîtin çêkin. Dewlet lazim e ku hiqûqê biparêze û daxwazê me yên hevdîtinê bîne cî. Lê, ew wisa nakin birêz Ocalan ji hiqûqê direvînin. Em li Îmrali çi diqewime çi naqewime qet nizanin.”
Parlementera Partîya Çep ya Kesk ya Colemêrgê, Oznûr Bartin jibo rewşa Ocalan daxwaza avakirina komîsyoneke li meclîsa Tirkîyê kir.
Oznûr di daxwaznamê de bi bîr xist ku Ocalan bi parêzerên xwe re herî dawî di 7 Gelawêjê 2019’an de hevdîtin çêkirîye û bi birayê wî Mehmet Ocalan re jî herî dawî di 25 Adarê 2021’an de li ser telefonê peyîvîye.
Hiqûqzanan dibêjin ku bi vê rewşa heyî mafên mirovî yên Ocalan tên binpê kirin. Parlamenterê Partîya Çep ya Kesk yê Stenbolê, Cengîz Çîçek, ku bi xwe parêzvanîya Ocalan kiriye, ji Dengê Amerîka re got li gor qanûna Tirkîyê ne pêkan e ku ti mehkûm an kesê darizandî ji mafên xwe bêpar bimînin.
“Ew dikare bi sê kesan re, bi malbata xwe re û bi parêzerên xwe re jî bi rêkûpêk hevdîtin çêke. Dîsa mafên wî yên ragihandinê, girtina pêzanînan heye. Lê îro em dibînin ku birêz Ocalan qet mafekî xwe jî nikare ku bi kar bîne.”
Ocalan, ji 15’ê Şibatê 1999’an heta niha li Girava Îmrali ya li nava Derya Marmara li zindanê tê girtin.
Ocalan, piştî zindankirinê jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek raman û proje bi bîragiştî re parve kirin.
Çîçek bal dikşîne ku Ocalan di çereserkirina pirsgirêka Kurdî de aktorê herî serekî ye.
“Bîrêz Ocalan di vîna gelê Kurd de cîyekî girîn digire. Dîsa li Tirkîyê, Rojhilata Navîn û li tevahîya dinê jî nîrxekî bêhempa ye. Birêz Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de jî aktorekî serekî ye. Li Grava Îmrali jî ew jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek hewildanên berbiçav pêk anîn. Dewlet bi vê astengkirinê hem dixwaze Ocalan di vîna gelê Kurd de bide jibîrkirin û di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd jî ti gav nevêje.”
Parêzerên Ocalan û hin rêxistinên mafên mirovan jibo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezarete Dadê ya Tirkîyê dan, lê heta niha ti bersîv ji wan re nehatiye dayîn.
Parêzer Sarica li ser redkirina daxwaza wan ya hevdîtinê dibêje ku wekî ku li Girava Îmrali rêvebirîyeke bê kontrol heye.
“Nêzîkî 2 sal û nîve em nikarin ti agahî ji birêz Ocalan bistînin. Her hefte em wek parêzer serî lê didin, malbat serî lê dide, lê ti bersîvek nayê dayîn. Berê me serî li wezaretê dida, bi hincetekê bersîv didan, lê aniha ti bersîv nayê dayîn. Dikarim bêjim ku li Girava Îmrali rêvebirîyeke bê kontrol heye û kiryareke taybet û şexsî heye, hiqûq tê binpê kirin û mafên mirovî yên birêz Ocalan tê binpê kirin.”
Ocalan, di 4 Nîsanê 1949’an de li gundê Omeryan ya bajarokê Xelfetî li Ruha hatê dinê. Wî li Enqerê Lîseya Pîşeya Kadastro û Tapûyê ya Anadolu xwendîye û di navbera salên 1969-1970’an de li Amedê karmendîya kadastro kiriye. Ocalan di sala 1971’an de ketiye Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê û di heman salê de jî derbazî Fakulteya Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha a Enqerê bûye.
Ocalan, di 27’ê Mijdara 1978’an de, ligel hevalên xwe li bajarokê Lîce ya Amedê PKK damezirandiye.
Ocalan, berî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, li ser Kobanê re derbazî Sûrîyê bûye û PKK’ê di 15ê Tebaxa 1984’an de dest bi têkoşîna çekdarî kiriye.
Ocalan heta sala 1998’an li Sûrîyê ma û jiber gefên Tirkîyê ji Sûrîyê derket çû Ewrupa û dû re çû Rûsya û herî dawî jî li Kenyayê hate girtin û di 14-15’ê Şibat 1999’an radestî Tirkîyê hate kirin. Ocalan ji wê demê heta niha, ev 24 sal in ku li Girava Îmrali zindankirî ye.