Hevserokê Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ragihand ku rêberê PKK Abdullah Ocalan amadekarîya aşitîyeke bi rûmet dike û pêkane ku di 15’ê Şibata 2025’an de jî li ser vê yekê daxuyanîyeke dîrokî bide.
Ev daxuyanîyên Bakirhan, di nav çapemenîya Tirkîyê de cîyekî berfireh girt.
Rojnamevanê navdar yê Tirkîyê Ertugrul Ozkok, di gotareke xwe de got ku karbidestekî payebilind yê dewletê bi Ocalan re civîya ye.
“Karbidestekî bilind yê dewletê bi Abdullah Ocalan re li Îmrali rû bi rû civîya. Di vê hevdîtinê de mijar derket holê ku divê Ocalan dayuyanîyekê bide. Ji wî re bi zimanê herî zelal ev şert hat girtin: ‘Tiştê ku hûnê bikin, divê pir zelal be. Divê di nav wê de peyvên şîfreyî yan jî ji hevokên ku dikarin ji vir werin veguhestin, ku dikarin wekî peyameke weşartî werin şîrovekirin, tune bin. Divê banga çekdanînê gelek zelal be.”
Ozkok îdîa dike ku Ocalan gotîye ku 4 PKK hene, li Rojava, li Ewrupa, li Tirkîyê û Qendîlê. Wî ji bilî Qedîlê, yên din jî îqna kirine.
Lê rayedarên DEM Partî vê yekê wisa nabînin û ew radigihînin ku Ocalan dixwaze aştîyeke bi rûmet bîne û pirsgirêka ku li Tirkîyê heye çareser bike.
Di vî warî de Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê û Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partî Ozturk Turkdogan, geşedanên dawî ji Dengê Amerîka re nirxandin. Turkdogan, radigihîne ku banga Ocalan dê li Tirkîyê çareserîyeke mayînde bîne.
“Heyetê piştî du hevdîtinan pêzanînên ku da me, wisa dîyar e ku Abdullah Ocalan li ser têkilîyên Kurd û Tirk yên dîrokî bisekine. Lê ew dixwaze ku perspektîfeke berfireh li ser Rojhilata Navîn bide. Ocalan di demên berê de jî dîyar kiribû ku ‘an neteweke demokratîk de ev pirsgirêk dê werin çareserkirin an jî dewleteke netewî ya klasik de’. Di be ku versîyona konfederalîzmeke demokratîk were pêşnîyarkirin.”
Rayedarên dewletê, banga Ocalan bes di çarçoveye çekberdanê de dinîrxînin, ku di gelek gotinên xwe de jî dîyar dikin ku bila Ocalan banga PKK bike û ji çek dest berde.
Ozturk Turkdogan, ji çek destberdanê wek tiştekî teknîki dîyar dike û radigîhîne ku ya stratejî ewe ku pirsgirêka Kurd li Tirkîyê bi aşitîyeke rûmet were çareserkirin.
“Li gor rayedarên dewletê tê xwestin ku Ocalan tenê dest ji çekan berde. Lê a rastî Ocalan amadekarîyeke aştîya bi rûmet dike. Gelê Kurd bi salan e têkoşîn dide û Ocalan dixwaze ku mafên bingehîn yê Kurdan were pejirandin û îradeya gelê Kurd were dayîn. Ji ber vî jî mesele tenê destberdana çek nîne, li vê derê çekberdan tenê encameke. Lê ya ya misoger parastina mafên gel e. Di pêvajoya aştîya bi rûmet de dê kes nebêjê ez serketime û tu têk çûyî.”
Turkdogan dîyar kir ku di banga Ocalan de yekîtîya Kurdan ji dê cîyekî girîng bigre.
“Dikarim bêjim ku di daxuyanîya Ocalan de yektîya Kurdan jî dê were rojevê. Li vê derê tenê ji bo dewletê an jî ji bo rêxistina xwe tenê dê bang neke, ji bo yekîya gelê Kurd jî wê daxuyanîyek were.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şanda Îmrali ya ku ji Pervin Buldan û Sirri Sureya Onder pêk hatibû, cara yekê di 28’ê Berfanbara 2024’an de li gel Ocalan hevdîtin çêkiribû û cara duyê jî di 22’yê Rêbendana 2025’an de bi Ocalan le civîyabûn. Hemû çav ana li ser daxuyanîya Ocalan ya di 15’ê Şibatê de ye.