Lîstikvana Swîsrî Michelle Gisin bo cara duyê îro Pêncşemê medalîya zêr di pêşbirka şimitîna berjêrî ya Alpine de li lîstikên zivistanê yên Olîmpîyatên Pekînê de bidest xist.
Di rêza duyê de lîstikvana Swîsrî ya din Wendy Holdener medalîya zîv stand. Di rêza sêyan de, lîstikvana Îtalî Federica Brignone medalîya bronz wergirt.
Bi vê serkeftinê, Swîsra gihişt medalîyan zêr ya pêncan ku di lîstika şimitîna berjêrî ya van Olîmpîyatan de wergirtîye.
Di pêşbirika şimitina ser qeşayê ya jinan de, Anna Shcherbakova ya ji Rûsyayê di rêza yekê de medalîya zêr wergirt, piştî ku hemwelatîya wê Kamila Valieva ya 15 salî di dema lîstikê de bi awayekî dramatîk bi serneket.
Lîstikvana din ya Rûs Alexandra Trusova di rêza duyê de medalîya zîv stand û di rêza sêyan de Kaori Skamato ji Japonyayê medalîya bronz bidest xist.
Di pêşbirika şimitîna azad de, qehremana cîhanê ya Swêdî Sandra Naeslund medalîya zêr wergirt.
Di rêza duyê de lîstikvana Kanadî Marielle Thompson medalîya zîv wegirt.
Lê jibo wergirtina medalîya bronz, destpêkê Fanny Smith ji Swîsrayê di rêza sêyan de hate ragihandin. Lê piştî lêvegerekê ji alîyê komîteya dadweran ve, medalîya bronz bû para lîstikvana Alman Daniela Maier.