Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Refinitiv: Keştiya Tirkî Oruç Reis Vedigere Peravên Nêzîk Antalya


Saziya Şopandina datayên Keştiyan "Refinitiv" roja Yekşmê eşkera kir ku keştiya Tirkî Oruç Reis li nêzîk herêma avî ya li başûrê Antaya hatiye dîtin.

Refinitiv ya datayan dide zanîn ku dibe vegera keştiya Oruç Reis bibe sedema kêmkirina nakokiyên derabrê ava deryayî û lêgerîna enerjiyê di navbera Athîna û Enqerê da.

Ev demeke di navbera herdu hevpeymanên NATO, Yunanistan û Tirkiyê da li ser bihavê avî û mafê lêgerîn û berhemanîna çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê Derya Spî ya Naverast nakokî hene.

Di meha borî da alozî gurtir bibûn piştî ku Tirkiyê keştiya Oruç Reis hinartbû herêma deryayî ya ku nakokbare di navbera Yunanistan, Qubris û Tirkiyê da, keştî bi armanca lêgerîna çavkaniyên enerjiyê tevî keştiyên cengê hinartbûn wê herêmê.

Hêzên deryayî yên Tirkiyê destpêka vê mehê hişyarî dabû ku dê Oruç Reis heta 12 Îlonê lêgerînên xwe li herêma avî berdewam bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavusoglu got, keştiya Oruç Reis dê karê xwe yê lêgerînê bo demekî dirêjtir bike, lê heta nîvroya Yekşemê îşareta dirêj kirinê nehat dan.

Datayên Refinitiv ya şopandina keştiyan Yekşemê zelal kir ku keştiyên çûbûn herêma avî vegeriyane û li nêzî peravên Antalya hatine dîtin.

Tirkiyê gelek caran gotiye ku ew jibo diyalogê amade ne lê ew ti mercekî pêşwext qebul nakin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavusoglu doh Şemiyê gotbû rojnamevnana"Eger ku mercên pêşîn li ser Tikîyê bihên feriz kirin, me jî herwiha mercên pêşîn hene pêwîste bihên bicih anîn."

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar dema ku îro Yekşemê bi serdanekê li herêma Kaş li Antalya li nêzîk grava Yunanî bû got, Tirkiyê diyalogê û çareseriya siyasî dixwaze.

Akar gote rojnamevanan"Hertim em li ser rêya cîranbaşiyê ne, em vê ji aliyê din jî dawaz dikîn."

Tirkiya dibêje, daxwazên wê yên hebûna mafan di ava deryayî da li Rojhilatê Derya Naverast daxwaz û mafek rewa ye, heta niha peymanek li ser danîna sinoran ya mafdariya her alîyekî bo ava deryayî pêk nehatine, û Tirkiye her daxwazek Qubrisê ya ku têkiliyên dîplomasî ligel da nîn red dike.

Tirkiyê herwiha, lêgerînên li petrol û gazan di ava derya Reş da encam dane û dibêje, wê zeviyên gazê yên li jêrav dîtine ku 320 mîlyar metrên sêgoşe ne.

XS
SM
MD
LG