Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francîs Banga Dest Berdana ji Çekan Û Avedankirina Sûriyê Dike


Arşîv: Şanda Kardinalan ya Vatîkanê nameya papa digihîne serokê Sûriyê Beşar Asad.
Arşîv: Şanda Kardinalan ya Vatîkanê nameya papa digihîne serokê Sûriyê Beşar Asad.

Roja Yekşemê Papayê Vatîkanê, Papa Francîs li bîranîna 10 salan ya şerê navxweyî banga" Avêtina Çekan kir li Sûriyê " û "Dest bi avakirina pêkhateyên civakê kir" li welatê ku gelek xûn lê hatî rijandin.

Pope Francis, Mûsil-Iraq
Pope Francis, Mûsil-Iraq

Papa di dema nivêja girseyî ya roja Yekşemê de li meydana St. Peters got "Car dî bang li aliyên dijber dikim jibo niyetçakiya xwe nîşan bidin û sinahiya hêvîyê bidin gelê mandî", Pap dîsan got "Sozên avaker û jidil û nû yên civaka navnetewî pêwîstin, jibo ku avakirin di nava pêkhateyên civakî de çê bibe piştî dest berdana ji çekan û jinûve avakirina welat û bicihanîna geşedanên aborî".

Xwedî pîroziyek bilind Papa Francîs xembariya xwe jiber şerê 10 sala û "Nakokiyên bi xûn li Sûriyê" anî ziman û got "Yek ji mezintirîn karesatên mirovahî ye di dîroka me de: Hejmara kuştî û birîndaran bê hesabe, milyonan kes koçber bûne, bi hezaran wunda ne, wêrankarî, tûndî û derdeseryên ne mirovahî bi her awayî çêbûn, bi taybet di anva texên lawaz yên civakê weke zarok, jin û kalan." de.

Şerên li Sûriyê ku dikeve di sala xwe ya 11an de, heta niha ne kêmtir ji 388,652 kes hatine kuştin, ku bi fermî ev yek roja Yelşemê ji aliyê Rwanga Sûrî jibo Mafên Mirov (SOHR) ve hatiye ragihandin.

Papa Francîs papaya Vatîkanê ku hefteya derbazbûyî serdana Îraqê kirbû, ne libere serdana Sûriyê bike, lê berdewam daxwaza rawestandina şer dike li wî welatî.

XS
SM
MD
LG